• Saturday, 21 February 2026
logo

Birayê Ocalan piştevaniya xwe bo referandom û serxwebûna Kurdistanê nîşan da

Birayê Ocalan piştevaniya xwe bo referandom û serxwebûna Kurdistanê nîşan da
Birayê rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan piştevaniya xwe bo referandom û serxwebûna Başûrê Kurdistanê anî ziman û got, ne tenê wextê wê ye dereng jî maye.

Birayê Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan li gundê Amara yê Rihayê li ser referandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ji televîzyona K24 re axivî û got, helbet mafekî rewa yê kurdan e ku di nav nexşeya cîhanê de cihekî wan hebe. Ez piştevaniya referandom û serxwebûna Başûr dikim.

Mihemed Ocalan her wiha got, eger Ocalan niha li vir bûya wî jî dê piştevaniya referandom û serxwebûna Başûr kiriba.

Wî birayê rêberê PKKê di bersiva vê pirsê de ku hinek kes dibêjin niha ne dema referandomê ye, jî got, ne tenê dema wê ye dereng jî maye. Birêz Barzanî biryarek rast daye û di cih de ye. Divê hemû pişta wî bigirin. Ez di wê baweriyê de me ji sedî 90 xelkê Başûr dê dengê “erê” bidin.

Basnews
Top