• Saturday, 21 February 2026
logo

Felah Mistefa: Peyama referandoma serxwebûnê ji Washingtonê re hate gehandin!

Felah Mistefa: Peyama referandoma serxwebûnê ji Washingtonê re hate gehandin!
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa aşkere kir, ku bi armanca li gel berpirsên Amerîkî bicive û peyama Herêma Kurdistanê ya derbarê referandûma serxwebûnê de bigihîne wan serdana Amerîkayê kiriye.

Di çarçova hevpeyvînek de li gel kovara “Foreign Policy” a Amerîkî re ragihand, di civînê de bi berpirsên Amerîka radigihîne ku Kurdistaneke serbixwe çareserî ye û ne pirsgirêk e. Amerîkî dikarin roleke girîng di wê prose de bibîne, ku karîn û hêza xwe bikar bîne bo nêzîk kirina di navebera Hewlêr û Bexdayê de û gihêştina bi rêkeftinekê.

Basnews
Top