• Saturday, 21 February 2026
logo

Tirkiye: Referanduma Kurdistanê di pratîkê de nayê cîbicîkirin

Tirkiye: Referanduma Kurdistanê di pratîkê de nayê cîbicîkirin
Saziya Asayişa Netewî ya Tirkiyê (MGK) ragihand, ku referanduma Başûrê Kurdistanê şaşiyeke mezin e û dê encamên nebaş bi xwe re bîne.

Îro duşembî 17ê Tîrmeha 2017ê, Saziya Asayişa Netewî ya Tirkiyê bi serokatiya serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan civiya û nirxandin bo çend mijaran kir.

Civîna MGKê bo dema 6 saetan dom kir û piştî bi dawî hatina civînê jî daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin.

Di daxuyaniya piştî civînê de hatiye gotin, ku di civînê de li ser mijarên weke têkoşîna li dijî terorê û bi taybet têkoşîna li dijî rêxistina Cemaeta Gulen a naskirî bi FETO, PKK, PYD, YPG û DAIŞê û herwiha referanduma li Herêma Kurdistanê gotûbêj û nirxandin hatine kirin.

MGK referanduma Başûrê Kurdistanê bi şaşiyeke mezin bi nav dike û dibêje, ku ew referandum dê rê li ber encamên nexwastî veke.

Di daxuyaniya piştî civîna MGKê de tê gotin:

“Biryara referandumê yak u Rêveberiya Herêmî ya Bakurê Iraqê daye, ji aliyê hiqûqî û pratîkî ve nayê cîbicîkirin, ew hewl weke şaşiyeke mezin ku dê encamên nexwestî bi xwe re bîne, hat nirxandin.”

Saziya Asayişa Netewî ya Tirkiyê herwiha di heman bareyê de, tekezî li ser parastina yekparçeyiya xaka Iraqê û yekrêziya siyasî, û girêdayîbûna bi berdewamiya îstiqrara li herêmê, aştî, ewlehî û dabînkirina xweşguzeraniyê kir.

Herwiha MGK amaje bi pêşhatên li deverê û bi taybet yên li Sûriyê dike û dibêje, eger li ser sînorê başûrê Tirkiyê her gef û metirsiyek, çi ji Sûriyê û çi jî ji Iraqê ve, li ser ewlehiya Tirkiyê çê bibe, Enqere ji mafê xwe dibîne, ku di çarçoveya hiqûqa navdewletî de li ser pêngavên xwe bo parastina ewlahiya xwe berdewam be.

Saziya Asayişa Netewî ya Tirkiyê bi amajekirin bi guhertinên ku li bakurê Sûriyê çêbûne, tekez dike, ku ew bi ti awayî rê bi avakirina dewleteke din li ser sînorê xwe yên li başûr, ku bi “dewleta terorê” bi nav dike, nadin û ew dê li ser hewlên xwe yên li dijî PKK, PYD û YPG û herwiha DAIŞê berdewam bin.

Rudaw
Top