Mehmûd Osman: Bê partiyên serekî yên Kurdistanê kongreya netewî sernakeve!
Piştî ku hewldanên şewira kongreya netewî ya KNKê li bajarê Silêmaniyê, nîgeraniya partî û pêkhateyên cuda pêşket û serokê partiya Serbestiya Kurdistan Arif Bawecanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bê PDK kongreya netewî sernakeve, ji ber PDK hêzeke serekî yê navçeyê ye û xwedî giraniyeke bihêz e li her çar parçeyên Kurdistanê.’’
Herwaha got: ‘’Mixabin şêwira KNKê li bajarê Silêmaniyê bê ala Kurdistanê pêkhat, di demekî ku ala sedan hezar şehîdê ku ji bo wê hatî dayîn e, ew ala fermî û serekî ya Kurdistanê û Komara Kurdistanê ye.’’
Herwaha kesayeta siyasî ya Kurdistanê Dr. Mehmûd Osman jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’PDK yek ji hêzên serekî yê Kurdistanê ye, kongre eger bê kirin, divê partiyên serekî tê de bin, wek PDK, PKK, YNK û Hizba Demokrat. Eger ew partiyane tê de nebin, kongre sernakeve û divê peyvendiyên wan baş be, ji ber ew partiyane serekî ne.’’
Basnews
