• Saturday, 21 February 2026
logo

'Topbarana Tirkiyê ya ser Efrînê berdewam dike'

'Topbarana Tirkiyê ya ser Efrînê berdewam dike'

Topxaneyên Artêşa Tirkiyê zêdetirî 20 gundên Efrînê topbaran kirine ku tê ragihandin, hê jî topbarana li ser çend deveran berdewam e.
Endamê Polîtbûroya Partiya Yekîtîya Kurdî li Sûriyê (Elwehde) Reşîd Şeban ragihand, topxaneyên Artêşa Tirkiyê heta niha zêdetirî 20 gundên Efrînê topbaran kirine û wiha axivî:
"Topbarana Artêşa Tirkiyê ya li ser gundên Efrînê yên sînorî berdewam e. Gundên Qitmê, Qestel Cindo, Xezewiyê, Til Baz, Til Barîn, Îska, Basofan, Cûmik, Stêr, Şîwarxa hê jî tên topbarankirin. Herwiha çend navçeyên nahiyeyên Bilbilê, Şêrawa û Şerra jî hatine topbarankirin."
Li gor nûçeyê doh 15ê Tîrmehê piştî nîvro topbaranê berdewam kiriye 10 topên hawinê ketine bajarê Efrînê û di encamê de 4 kesên sivîl birîndar bûne.
Herwiha tê ragihandin ku gelek ziyanên madî di encama topbaranê de çêbûne û zeviyên sînorî yên nahiyeya Bilbilê jî şewitîne.

Top