NATO daxwaza çareserkirina aloziya Berlîn û Enqerê kir
Yênis Stoltênbêrg sikirtêrê giştî ê hevpeymanîya Bakorê Etlesî NATO yê li ser têkçûna peywendîyên herdu endamên NATOyê hate deng û got: Hikumeta Almanya daxwaza azadkirina rojnamevanê xwe dike û hikumeta Tirkiyê jî rê nade perlemantarên wan seredana navendên Encerlîk û Qunya ên serbazî biken û ew yeke bûye sedemê têkçûna peywendîyên herdu endamên NATO yê.
Herwesa daxwaz ji serkirdeyîn herdu alîyan kir, danustandnan li dor alozyên xwe biken û bi zûtrîn dem çareyekê bibînin.
Berî niha jî Stoltênbêrgî bi rêya Têlefonê heman daxwaz ji Zîgmar Gabiryêl û Mewlûd Çawîşoxlo, wezîrrên derve yên herdu welatan kirîye.
Waar.tv
