PDKê du merc danîne pêşiya hikûmeta Iraqê
Serokê firaksyona PDKê li parlamentoya Iraqê Erefat Kerem ji BasNewsê re got, PDKê li ser şirîkatiya di hikûmeta Iraqê de û parlamentoya Iraqê de du merc daniye pêşiya rayedarên Iraqî. Eger mercên PDKê neyên qebûlkirin wê çaxê PDK dê bi yekcarî ji Bexdayê vekişe.
Erefat Kerem li ser naveroka wan mercan jî got, mercek ew e ku qanûna hilbijartinên Iraqê were guhertin. Nabe li Kurdistanê namzedek bi 14 hezar deng derbasî parlamentoya Iraqê bibe lê li başûrê Iraqê namzedek tenê bi 400 dengan bibe palamenter!
Wî parlamenterê PDKê naveroka merca din jî eşkere kir û got, merca me ya din jî ew e ku nabe sîstema piranî li Iraqê hebe divê li gorî kotênjan be.
Basnews
