• Saturday, 21 February 2026
logo

Erdogan: Emê serê van xayînan jê bikin

Erdogan: Emê serê van xayînan jê bikin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand: “Em dizanin li pey FETOyê, PKKê, DAIŞê kî hene. Emê pêşî serê van xayînan jêkin.”

Erdogan bi boneya yekem salvegera kudetaya leşkerî, di Merasîma Bîranîna 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Netewî de axivî.

Serokomarê Tirkiyê di axaftina xwe de got: “15ê Tîrmehê, ne êrişa yekem e û dê nebe ya dawî jî. Em dizanin li pey FETOyê, PKKê, DAIŞê kî hene. Emê pêşî serê van xayînan jêkin.”

Herwiha Erdogan li ser yekcûrekirina cil û bergên zindaniyan jî diyar kir: “Êdî ev (tawanbarên kudetaya leşkerî) gava derkevin dadgehê, em wan weke li Guantanamo bi cil û bergên yek cûre derxin. Bi cil û bergên yek cûre.

Eger hûn bala xwe bidin, kesên ku beşdarî kudetaya 15ê Tîrmehê bûne, li ser rûyê ji wan ti kesî, nîşaneya poşmanbûneke herî piçûk jî, hûnê nebînin. Rewşa kesên ku di rêxistina FETOyê de cih girtine, bi rêjeyeke bilind heman tişt e. Nexwe ev, ne bi xefletê, mexsûs, bi qestî xwestin ji paş ve xencerê lêxin welatê me.”

Rudaw
Top