Serokatiya Herêma Kurdistanê nûçeyekê derbarê serdana Barzanî bo Kerkûkê red dike
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Omêd Sebah ji K24ê re ragihand, “Di hin kenalên ragihandinê de hatiye bekavkirin, ku min îro di konferaseke rojnamevanî de ragihandiye, ku Serok Barzanî serdana Kerkûk dike. Vê nûçeya ne rast red dikim û min îro ti daxuyanî bi vî awayî nedane medyayê. Ew nûçe li ser zarê min belav kirine, min îro ti daxuyanî nedane medya, ta behsa wê serdana Serok Barzanî kiribe. Ji vir de radigihînim ku min ew nûçe ne rast e.”
k24
