Artêşa Tirkiyê hêzên xwe li nêzîkî Efrînê zêde dike
Arteşa Tirkiyê hejmarek wesaîtên zirxpoş û wesaîtên topbarankirinê li bajarê Kîlîsê bicih kir. Li gor zanyariyan 7 wesaîtên topbarankirinê ya bi cûreya Obûs û hejmarek tank di bin bergiriyên berfireh yên ewlekariyê de hatine vegûhestin.
Bajarê Kîlîs ew li hembar bajarê Afrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Tirkiye ev demek e gefê li hebûna YPGê ya li Afrînê dixwe û amadekariya operasyonekê dike. Car caran jî bingehên YPGyê topbaran dike.
Duh navçeya Şêrewa ya Efrînê topbaran kiribû, ku çend top li kampa Robar a koçberan ketibû, di encamê de 2 kes birîndar bûbûn.
K24
