Emmar Hekîm: Cihêbûna kurdan dê bibe sedema tsûnamiyê
Emmar Hekîm li nivîsîngeha xwe ya li Bexdayê gotarek pêşkeş kir û desrbarê daxwaza kurdan a cihêbûna ji Iraqê de hişyarî dan û got: “Ev cihêbûn dê bandore li piraniya navçeyên Iraqê bike. Beriya hemûyan jî li Besrayê û bajarên başûr. Paşî dê derbasî welatên cîran bibe. Bi vî awayî dê herêm rûbirûyê tsûnamiya cihêbûnê bibe.”
Emmar Hekîm, ku di heman demê de Serokê CivataBilind a Îslamî ye, diyar kir: “Di destûrê de cih nade cihêbûna kurdan. Mafê çarenivîsê mafekî mirovahiyê ye lê pirsgirêk di çawaniya desteberkirinê de ye.”
Serokê Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Şîeyên Iraqê ji dîrokê mînak anîn û da xuyakirin di dîrokê de kurdan 2 caran deng daye mayîna li gel Iraqê û got: “Carekê di sala 1917ê de û cara duyemîn jî di sala 2005ê de, kurdan dengê xwe dane Iraqekî federal û yekgirtî, herwiha deng dane destûra nû ya Iraqê.”
Hekîm herwiha balkişande ser sînorên nû yên Herêma Kurdistanê û wiha axivî:
“Rûbera Herêma Kurdistanê ya beriya sala 2003ê cuda ye ji rûberê niha ku ji sedî 100 firehtir bûye. Ev rûber gihiştiye ser erdê hozên ereb û tirkmenên Mûsil, Selahadîn, Diyale û Kerkûkê.”
Emmar Hekîm destnîşan kir, ku pirsgirêkên niha yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikarin bi rêya diyalogê werin çareserkirin.
Rudaw
