HDP: Kurdistana serbixwe dibe sedema aramiyê li deverê de
HDP’ê di daxuyaniyê da zanîn ku îradeya gelên ku li Îraq û Herêma Kurdistanê dijîn wê rêveberiya îdarî û sîyasî diyar bike.
HDP’ê di daxuyanîyê de got: Biryara referandumê mafekî demokratîk e û jibo gelê ku bixwaze qedera xwe tayîn bike, ji aliyê dîrokê ve jî rewa ye’’
HDP’ê bang li partiyên Herêma Kurdistanê kir ku jibo nîqaş derbarê meşrûbûna referendumê çênebîn, bi awayekî azad û wekhev beşdarî peyvajoya referandumê bibin.
HDPê herwiha diyar kiriye ku Kurdistana serbixwe dibe sedema aramî û aştiyê li deverê de.
