• Saturday, 21 February 2026
logo

Rojhilat – Li Ormiyê du girtiyên kurd hatin îdamkirin

Rojhilat – Li Ormiyê du girtiyên kurd hatin îdamkirin
Li bajarê Omriyê yê Rojhilatê Kurdistanê 2 kurdên din hatin îdamkirin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, îro danê sibê du girtiyên kurd li girtîgeha bajarê Ormiyê hatin îdamkirin.

Ew girtiyên kurd 4 sal berê bi tohmeta bazirganîkirin û firotina madeyên hişber hatibûn girtin.

Navê yek ji wan girtiyan Mihemed Riza Sadiqî xelkê gundê Kanî Reşê û navê yê din jî Maşala Seyadnûrî xelkê bajarê Ormiyê bûn.

Di heyama 15 rojên borî de herî kêm 8 girtiyên kurd li Ormiyê hatine îdamkirin.

Basnews
Top