• Saturday, 21 February 2026
logo

Reza Hakan: Tirkiyê yekem welat bû dijatîya Referanomê kirî

Reza Hakan: Tirkiyê yekem welat bû dijatîya Referanomê kirî
Balyozê Tirkîyê li Tehran duh ragihand: Tirkîyê yekem welat bû bi awayekê eşkera dijatîya xwe ji bo Referandoma serxwebûna Kurdistanê diyar kirî.
Reza Hakan Tekîn Balyozê Tirkîyê li Tehran duh behsa helwestê welatê xwe li dor Referandoma serxwebûna Kurdistanê kir û got: Tirkîyê bi awayekê eşkera dijatîya xwe ji bo Referandoma serxwebûna Kurdistanê diyar kirî, herwesa daxwaz ji Bexdayê kir rêkarên baş jii bo vê babetî bibîne û Enqere di gel yekparçeya Îraqê ye.
Herwesa li dor Kurdên Bakur jî got: Ew dê berdewamîyê bi şerê dijî PKKê biden herwesa diyar jî kir: Parta Demokratîk ya Gelan partek yasayî ya Pirkîyê lê piştî helbijartinan rêya xwe guherî û reftarên Tirkîyê li hemberî wan dike karekê yasayî ye.
Hakanî behsa pirçekkirina hêzên Kurdî jî kir û got: Pirçekkirina hêzên Kurdî li Sûrîya ji alîyê Amerîkayê ve pilan ji bo heye û alîkarîyên wan ji bo demekê dirêj venakêşin.

Waar.tv
Top