• Saturday, 21 February 2026
logo

General Ezîz Weysî bersiva Aldar Xelîl da

General Ezîz Weysî bersiva Aldar Xelîl da
Fermandarê Giştî yê Hêzên Zêrevanî Lîwa Ezîz Weyîsî bersiva daxuyaniya serkirdeyê TEV-DEMê Aldar Xelîl da.

General Ezîz Weysî ragihand, ku eger Pêşmergeyê Roj biçin Efrîn û her dereke Rojavayê Kurdistanê, dê bi heman rihî xwîna xwe ji bo parastina Kurdan birjînin.

Ezîz Weyîsî herwiha ji Rûdawê re ragihand, ku TEV-DEM û PKK ne bi serê xwe ne û hinek alî hene hukmê wan dikin û îradeya wan ne di destê wan de ye.

Lîwa Ezîzî Weysî got, gelek kes bi PYDê û TEV-DEMê re kar dikin, berê dijayetiya Kurdan dikirin û bi destê wan Kurd hatibûn îşkencekirin.

Rudaw
Top