• Saturday, 21 February 2026
logo

Rûsya piştevaniya referandom û serxwebûna Kurdistanê dike

Rûsya piştevaniya referandom û serxwebûna Kurdistanê dike
Nûnerê PDKê li Rûsya Xoşewî Mela Îbrahîm behsa paşeroja Kurdistanê dike û dibêje, roj bi roj piştevaniya navdewletî bo serxwebûna Kurdistanê zêdetir dibe û Rûsya jî yek ji wan welatan e ku piştevaniya referandoma Kurdistanê dike.

Xoşewî Mela Îbrahîm ji malpera fermî ya PDKê re ragihand: “Niha Herêma Kurdistanê di qonaxeke pir girîng de ye û asta dîplomatîk ya Herêma Kurdistanê ji berê pêşkeftîtir e, ku pêwendiyên wê yên bihêz ligel Yekîtiya Ewropa heye û niha ligel welatên ewropî gotûbêjan dike ji bo pirsa serxwebûnê. Li cem Rûsya jî Kurdistan xwedî pêgeheke teybet e û Mosko rola Serok Barzanî bilind dinirxîne. Herwiha li cem Amerîka jî niha pêwendiyên Kurdistanê bi îdareya nû ya Amerîka re pir baş in û bi dehan berpirsên wî welatî bi eşkere piştevaniya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê nîşan didin. Li ser asta welatên Erebî jî, Herêma Kurdistanê xwedî pêgeheke girîng e li navçeyê û nexasim jî di dema ku Serok Barzanî wek niha, serdana welatên Erebî dike, ew yek eşkere dibe û ew pêgeh dê bi erênî bandorê li ser paşeroja Kurdistanê bike. Serdana Serok Barzanî bo Urdinê welatên Erebî ji piştevaniya Kurdistanê nêzîk kirine, ji ber ku ji wan re eşkere bûye ku Kurdistan dê ciheke aram be li navçeyê.”

Nûnerê PDKê li Rûsya her wiha got : “Li ser asta leşkerî de, Herêma Kurdistanê bûye mertal ji bo şikandina terorê li navçeyê û bûye beşek girîng ji hevpeymaniya navdewletî û gelek karên hevbeş pêkve dikin. Herwiha çend welatên mezin ên cîhanê li ser projeya rêkxistin û yekxistina Hêzên Pêşmerge dikin. Êdî piştevaniyeke bihêz ji bo pirsa serxwebûna Kurdistanê heye û nexasim jî gelên Amerîka û Rûsya piştevanî û piştgiriyê li referandoma gelê Kurdistanê dikin. Herwiha Hikûmeta Rûsya jî piştgiriyê li referandoma Kurdistanê dike.”

Basnews
Top