• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Efrînê kalemêrên 60 salî bo leşkeriyê têne birin

Li Efrînê kalemêrên 60 salî bo leşkeriyê têne birin
Li Efrînê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser bi ser gundê Dargirê yê navçeya Mabeta de digirin û 5 kalemêrên bi temen bi darê zorê dibin leşkergeheke YPGê.

Çalakvanên ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihandin, hêzên ser bi Rêveberiya Xweser bi ser gundê Dargirê yê navçeya Mabeta de girtin û Mihemed Osman (65 salî), Mihemed Sito (60 salî), Midhet Mihemed (60 salî), Mistefa Bekir (40 salî) û Semîr Mistefa (38 salî) bi dare zorê ew birin leşkergeheke YPGê.

Ev ne cara yekem e ku hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve kalemêrên bi temen ji ber kurên wan yên ji Efrînê koçber bûne ve, bi darê zorê dibin leşkergehên YPGê.


K24
Top