• Saturday, 21 February 2026
logo

Hilbijartinên li Îranê dest pê kir: Rêberê Îranê deng da

Hilbijartinên li Îranê dest pê kir: Rêberê Îranê deng da
Hilbijartinên serokomarî û encumenên bajar û gundan li Îranê dest pê kir û yekemîn deng jî Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xaminêyê avête sindoqa dengdanê.

Îro înê 19ê Gulanê saet 08:00 li gor dema Tehranê, hilbijartinên serokomarî û encumenên bajar û gundan li seranserî Îranê û herwiha Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir.

Yekeîm deng di van hilbijartinan de jî, Rêberê Îranê Elî Xaminêyî avête nav sindoqa dengdanê.

Ayetullah Elî Xaminêyî li binkeya dengdanê ya li Huseyniyeya Îmam Xumêynî li paytexta Îranê bajarê Tehranê amade bû û dengê xwe di hilbijartinên wî welatî de bi kar anî.

Li gorî amarên fermî yên ku Wezareta Navxwe ya Îranê belav kiriye, di hilbijartinên vê carê de 56 milyon û 410 hezar û 234 kes ji welatiyên îranî mafê dengdanê hene.

Her li gorî Wezareta Navxwe ya Îranê, 1 milyon û 350 hezar û 294 kes bo cara yekem dibin xwediyê mafê dengdanê û di hilbijartinên îsal de dê bo yekemîn car dengên xwe bavêjin sindoqên dengdanê.

Rudaw
Top