WAŞINGTON - Erdogan û Trump civiyan
Piştî pêşwazîkirinê, civîna navbera Erdogan û Trump dest pê kir.
Ev cara yekemîn e ku Erdogan û Trump rûbirû bi hev re hevdîtinê dikin.
Berî destpêkirina hevdîtinê, Donald Turmp di daxuyaniyeke kurt de ji bo rojnamevanan got: Me bi Tirkiyê re pêwendiyeke serkevtî û bihêz heye. Me bi Erdogan re hevdîtineke dirêj û zehmet heye.
Hevdîtina navbera her du serokan di saet 19:40 de dest pê kir. Hat ragihandin, ku civîna navbera her du serokan dê bo 22 xûlekan berdewam kir.
Piştî civîneke kurt a du alî, Serokomarê Tirkiyê û Serokê Amerîkayê konfranseke rojnamevanî ya hevbeş pêk anîn.
Donald Trump di vê konfrana hevbeş de ragihad, ku bi dehan sal e ku Amerîkayê bi Tirkiyê re hevpeymanî heye û diyar kir, ku her du welatan di şerê Koreyê de bi hev re di yek eniyê de şer kir û tekez kir, ku wan ew yek ji bîr nekiriye.
Turmp herwiha got: “Gelê Tirkiyê di demên dawiyê de ratsî êrişên tirsnak ên terorîstî hat. Me piştgirî û serxweşiya xwe ragihand. Em li hember rêxistinên terorîstî yên weke PKK û DAIŞê piştgiriyê didin Tirkiyê.”
Serokê Amerîkayê herwiha destnîşan kir: “Tirkiyê di warê leşkerî de hin daxwazî hene. Me li ser wan axivîn. Me derbarê helwestên hevbeş ên dabînkirina aştiyê li Rojhilata Navîn, ji bo ewlehiya hemû gelan axivt. Em spasiya Erdogan dikin.”
Serokoamrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî di vê konfransa rojnamevanî ya hevbeş de ragihand, ew bi biryar in, bêyî ku ti cudahiyekê di navbera rêxistinên terorîstî de bikin, li dijî wan rêxistinan ku paşeroja hevbeş a her du aliyan dixin metirsiyê, têkoşînê bikin.
Erdogan diyar kir: “Di paşeroja herêma me de cihê rêxistinên terorîstî nîne. Bi taybetî bi berdeng girtina rêxistina terorîstî ya YPG/PKK baş nîne, ji aliyê her deweltekî ve be.”
Erdogan amaje bi rewşa Rojhilata Navîn kir û got, yên ku dixwazin aloziyên li Iraq, Yemen û Lîbya weke derfet bi kar bînin, dê ti encaman bi dest nexin û tekez kir, lihvkirina her du welatên hevpeyman (Tirkiye-Amerîka) têra têkbirina torên ku destên wan bi xwînê pîs bûne, dike.
Herwiha Erdogan derbarê Fethullah Gulen de jî axivî û destnîşan kir, Enqerê di bareya rêxistina Gulen de bendewarî li Waşingtonê heye.
Biryare Trump di merasîmeke xwarina nîvro de jî mêvandariya Erdogan bike.
Rudaw
