• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesîhiyên Tilkêfê: Heta Pêşmerge neçe Tilkêfê em venagerin bajarê xwe

Mesîhiyên Tilkêfê: Heta Pêşmerge neçe Tilkêfê em venagerin bajarê xwe
Mesîhiyên bajarokê Tilkêfê yê Mûsilê dibêjin, heta hêzên Pêşmerge derbasî nav Tilkêfê nebin em venagerin bajêr.

Bajarokê Tilkêfê destpêka îsal ji aliyê hêzên Iraqî ve ji destê DAIŞê hat rizgarkirin. Bajar niha di destê çekdarên Heşda Şeibî de ye.

Qaymeqamê Tilkêfê ji televîzyona K24 re gotiye, rast e Tilkêf hatiye rizgarkirin lê ne xizmetguzarî heye ne jî em ji ewlehiya wê piştrast in. Em dixwazin Pêşmerge me biparêze.

Kesekî din yê bajêr ji K24 re gotiye, em nawêrin ji tirsa Heşda Şeibî vegerin bajarê xwe. Daxwaza me ew e Pêşmerge me biparêze.
Bajarokê Tilkêfê 18 km dûrî bajarê Mûsilê ye û piraniya xelkê wir mesîhî ne.

Basnews
Top