• Saturday, 21 February 2026
logo

Belçîka hişyariyê dide Tirkiyê

Belçîka hişyariyê dide Tirkiyê
Piştî Almanyayê, Belçîka jî dibêje, eger Tirkiye bo anîna cezaya darvekirinê referendum encam bide, ew nahêlin dengdêrên Tirk li welatê wan biçin ser sindoqan.

Li Belçîka, peyvdarên partiyên herêma Flamanê, derbarê cezaya darvekirinê de daxuyaniyeke nivîskî belavkirin û dan zanîn, cezaya darvekirinê dijî hemû nirxan e ku pê bawer in û bo astengkirinê dê serî li hemû rêyên yasayî bidin.

Her weha Serokwezîrê Belçîkayê Charles Michel da xuyakirin, eger Tirkiye bixwaze careke nû yasaya cezaya darvekirinê bixe referandumê, ew rê nadin ku li Belçîka sindoq bên danîn.

Hê berê jî hikûmeta Almanyayê dabû xuyakirin, cezaya darvekirinê dijî destûra wan û nirxên Ewropayê ye û ew nahêlin di nûnertiyên Almanyayê de dengdana cezaya darvekirinê bê kirin.

K24
Top