• Sunday, 22 February 2026
logo

Parlamentereke Rûs helwêstê dawiyê yê Esad derbarê kurdan de aşkera dike

Gulan Media February 9, 2017 Nûçe
Parlamentereke Rûs helwêstê dawiyê yê Esad derbarê kurdan de aşkera dike
Parlamentereke Rûs helwêsta serokê rejîma Sûriyê ya derbarê gelê kurd ê Kurdistana rojava de aşkera dike.

Duh 08.02.2017ê serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad pêşwazî li şandeyek parlmantoya Rûsî ya Duma yê kir û gotûbêj li ser şerê navxweyî yê Sûriyê û pêşhateyên navçeyê kirin.

Endamê parlamentoya Rûsyayê Dimitri Sablin daxuyaniyeke rojnamevanî da û ragehand; ‘’Li gor Beşar Esad pirsa kurd li Kurdistana rojava pirsgirêkeke navxweyî ya Sûriyê ye.’’

Li gor gotinên wî parlamenterê Rûsya, li gor Beşar Esad pirsgirêka kurd li Kurdistana rojav li Şamê, bi gotûbêj kirina li gel rejîma Sûriyê dikare çareser bibe û ti peyvendiya xwe bi Amerîkayê û welatên din ve tineye.

Rejîma Sûriyê di heyama serokatiya Hafiz Esad ê bavê serokê naha Beşar Esad de, bi awayên herî tund li gel gelê kurd danûstandin kir û piştî şerê navxwe yê Sûriyê jî li Kurdistana rojava xwe vekêşandin û herêma bo PYDê hêlan.

Basnews
Top