• Saturday, 31 January 2026
logo

Ciwan Haco Dahata dû Konserên Xwe Bo Rojavayê Kurdistanê Terxan Dike

Gulan Media October 23, 2012 Hunerî
Ciwan Haco Dahata dû Konserên Xwe Bo Rojavayê Kurdistanê Terxan Dike
Hunermendê navûdengê Kurd û yê Rojavayê Kurdistanê, dahata dû konserên xwe kû dê li bajarên Hewlêr û Duhokê saz bide bo penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêmê wê terxan bike.

Ev herdû konserên xêrxwazî yên Ciwan Haco bi diruşma `` Ji bo Azadiya Kurdên Rojava Emê Dest Bidin Hev``, ji aliyê kompaniya Korek Telekom ve tê sazdan.

Konsera yekema Ciwan Haco, demjimêr êvara 27 vê heyve li hola Şehîd Se`ed Abdula, li bajarê Hewlêr tê pêkanîn.

Konserta dûyem, jî li demjimêr dûwê piştî nivro roja 29 heyvê, li kampa domîs li bajarê Duhokê tê sazdan.
Top