• Monday, 23 February 2026
logo

Ehmed Osman : Tenê 27km mane ku bigehêjin Reqayê

Gulan Media November 18, 2016 Nûçe
Ehmed Osman : Tenê 27km mane ku bigehêjin Reqayê
Ji Fermandarên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Ehmed Osman da zanîn ku di navbera hêzên wan û bajarê Reqayê de tenê 27km maye û tekez kir ku bajaroka Til Semen ê stratîjîk di dorpêça hêzên wan de ye.
Ehmed Osman diyar kir ku bajaroka Til Semen ê stratîjîk ku 27 km dûrî bajarê Reqayê di dorpêça şervanên wan de ye.
Osman anî ziman ku ji bo derxistina sivîlên Til Semenê şervanên wan kerîdorek vekirine û armanc wan jî parastina sivîla ne.
Fermandarê Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Ehmed Osman di hevpeyvîna bi ANHA`yê re bal kişand ser girîngiya bajaroka Til Semen û ev tişt anî ziman:”Çeteyên DIŞIê bajaroka Til Semen wekî bargehekî esasî bi kar dianî û ji bajarok êrîşe herêmên Bakurê Reqqa dikirin”.
Ehmed Osman da xuyakirin ku şer û pevçûn di navera hêzên wan û çeteyên DIŞIê de ji vê sibehê de didome û çete ji bo rê li ber pêşeveçûyîna hêzên wan bigrin maşîneyên bombebarkirî û çekên giran bi kar tînin û got:”Hemû rêbazên çeteyan ên pêşîgirtina li hemberî şervanên me vala derketin”.
Osman di dawiyê de bang li şêniyên bajarê Reqqayê û Til Semenê kir ku dûrî navendên çeteyan bikevin û soza rizgakirina bajaroka Til Semen di demeke nêz de da.
Top