Hevserok û 10 parlamenterên HDPê hatin girtin!
Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê derbarê desteserkirina parlamenterên HDPê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku desteserkirina parlamenteran bi talîmatên serdozgeriyên Amed, Şirnex, Colemêrg, Wan û Çewlîgê hatiye emcandan.
Parlamenterên HDPê yên tevî Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag hatine girtin ev in:
“Parlamenterên Amedê Îdrîs Baluken, Nûrsel Aydogan, Îmam Taşçier û Ziya Pîr, parlamenterên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu, parlamenterên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan, parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim, parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder.”
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha diyar kir ku hatiye tespîtkirin ku parlamenterên HDPê Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer li derveyî welêt in û pêvajoya di derbarê wekîlê HDPê Nihat Akdogan de jî berdewam dike.
Rudaw
