Wezîrê Çandinî yê Kurdistanê: Îran li dijî me planan çêdike
Mecîd ku di heman demê de Endamê Polîtbûroya Komela Îslamî ya Kurdistanê ye, berovajiyê nêrîna Sekreterê Giştî ya partiya xwe diyar dike, “Divê Komela Îslamî jî di nav şanda Barzanî de çûba Bexdayê.”
Di vê hevyepvînê de Wezîrê Çandinî yê Herêma Kurdistanê Ebdulsettar Mecîd, derbarê karûbarên Wezareta Çandinî, dahatên giştî û siyaseta partiya xwe de ji Rûdawê re axivî.
Li Herêma Kurdistanê gelek behsa dahata wezareta we tê kirin. Dahata Wezareta Çandinî çend e?
Bi awayekî giştî dahata sale di dawiya salê tê komkirin û eşkere dibe. Di 2015ê de dahata salane ya Wezareta Çandinî, zêdetirê 71 milyar dînar bû. Ev dahat jî bi bacxistina ser berhemên hawridekirî û di dema pêgihiştina berhemên navxweyî de, hate bidestxistin. Îsal dê dahata me kêmtir bibe. Çimkî berhemên navxwe zêdetir e ji yên hawirdekirî.
Hemû dahatan radestê Wezareta Darayî dikin?
Li gorî yasayan divê hemû dahat bigihin destê Wezareta Darayî. Me jî wisa kiriye. Lê di vê mijarê de me ligel Serokwezîr civîneke taybet kiriye ku ji sedî 30ê dahata me vegera wezaretê, da ku bi vî bûdceyê piştgirî bidin cotkaran û projeyên giring ên çandiniyê û bi vî awayî bikarin berhemên navxwe zêde bikin.
Dahata Wezareta Çandinî têra meaşên kermendan dike?
Me berawirdiya dahat û hemû meaşnên karmendên wezaretê kiriye. Dahata 8 mehan a wezareta me, têra ji sedî 78ê meaşên karmendên me dike.
Kîjan berhemên Herêma Kurdistanê gihiştiye asta têrker?
Li Herêma Kurdistanê berhemên sebze û fêkî, herwiha goştê sor û yê spî, ji pêwîstiyên navxwe zêdetir hatiye berhemanîn. Lê beşekî mezin ê goştê sor û spî diçe bajarên naverasta Iraqê. Herwiha genim jî zêdetir bûye. Weka mînak, di salan 2015ê de gerhemê genim 844 hezar ton bû lê îsal milyonek û 686 hezar ton bûye.
Krîza darayî bûye sedem ku xelk zêdetir berê xwe bide çandiniyê?
Raste krîza darayî sedemek bû. Lê plan û bernameya wezaretê, piştgirî dayîna berhemên xwemalî û bac danîna ser berhemên hawirdekirî, hêlişt ku berhemên xwemalî zêdetir bibe. Ji bilî vê yekê, li ser berhemên xwemalî nakokiyên me bi Îran û Tirkiyê re heye. Me li gel Iraqê şer kir. Hemû jî ji bo piştgiriya berhemên xwemalî bû.
Em yan hawridekirina berhemên biyanî qedexe dikin, an jî baceke zêde dixin ser. Weke mînak ew bacanên ku ji hacî Omran, Sîdekan û Pênciwîn re dihar, me baca wan ji 250 dînaran kir 350 dînar. Vê yekê jî hêlişt ku cotkarên Kurdistanê qezenc bikin û bikarin berhemên xwe li bazaran bifiroşin.
Mafê me heye ku em berhemên Îranî qedexe bikin û baca zêde daynin ser. Ew bi plan hewl didin berhemên xwe bixin nav bazara Kurdistanê. Zanyariyên me hene ku Wezareta Çandinî ya Îranê piştgirî dide cotkarên xwe da ku bazara me bişkîne.
Herêma Kurdistanê ti berhemekî hawirde dike?
Belê, genim, hinar, kartol û gelek berhemên din jî tê hinardekirin. Eger ji bo piştgiriya cotkaran bûdce bê dabînkirin, dikarin berhemên din jî hinarde bikin. Ji Îran, Lûbnan û çend welateke din ji bo hinardekirina berheman, daxwaz hatine lê em li ser nirxên wan rêneketine. Jiber ku em dixwazin cotkarên me ji berhemên xwe qazanceke baş bidest bixin.
Gelek pirsgirêkên wezareta we ligel hikûmeta navendî ya Iraqê hebûn. Gelo ev pirgirêk hatine çareserkirin?
Belê, piraniya pirsgirêkên ligel Bexdayê hatine çareserkirin. Lê Iraq ne welatekî bi rêkûpêk û damezrandî ye. Weke mînak, berpirsê deriyekî gumrigê dikare daxwaza pare bike yan jî bi zanebûn berhemên me dide sekinandin da ku li ber derî xirabibe û em xisar bibin. Mixabin, jiber pirsgirêkên navxwe me jî nekariye em ji Iraqê re bêjin “hûn bo çi wiha dikin?”
Parlamenterekî gilî dikir ku ji bo parastina berhemên andiniyê sarxaneya we nîne.
Cotkarên me dixwazin berhemên xwe zû bişînin nav bazar û bifiroşin. Ji ber vê yekê jî berhemên xwe nabine sarxaneyan. Lê Civata Bilind a Aborî biyar daye ku li 4 parêzgehên Herêma Kurdistanê 18 sarxaneyan ava bike da ku berhemên cotkaran li wir bên komkirin. Serokwezîr bixwe jî piştgirî daye vê projeyê. Sarxaneyên li Herêma Kurdistanê jî yên kerta taybet in.
Çalaknebûna parlamentoyê bandorê projeyên we jî dike?
Yek jî pirsgirêka serke, nebûna hinek yasayên giring e. Weke yasaya îdarekirina çavkaniyên evê ku ev projeyek pir stratejîk e. Niha parlamento kar nake û em jî nikarin gilî li wan bikin. Mixabin, yek jî pirsgirêka sereke ya hikûmetê ne çalakbûna parlamentoyê ye. Jiber ku ji bo derxistina yasayên pêwîst û çavdêriyê divê parlamento kar bike. Herwiha projeyeke din hebû ku erd û zevî bidin xwendekarên ku çandinî xilas kirine. Ev jî ji bo pêşxistina sektora çandiniyê bi şêweyeke zanistî, girig bû.
Ji bo pêkanîna hikûmetê tu serokê şanda danustaninên Komela Îslamî bû. Rêkeftina we ya ligel PDK hate cibicîkirin?
Sê xalên rêkeftina Komela Îslamî û PDKê hatine cîbicî kirin. Ew jî wergirtina erkê Wezareta Çandinî, Wezareta Karûbarên Jîngehê û serokatiya Desteya Mayinan. Herwiha xeleke din jî ew bû ku bi çaksaziyan kadro û endamên Komela Îslamî jî ji yasa û rênimayên damezrandin, wergirtina erd, malnişînî sûdmend bin.
Serkirdeyekî PDKê ji Rûdawê re got; agahiya me û Komela Îslamî ji hev nîne. Gelo pêwendiyên we gihiştine vê astê?
Ji bo şêwir û danûstandina li ser pirsgirêkan û çareseriya krîzan, pêwendiyên herdu aliyan lawaz in. em çend carekî ligel Serokê Hikûmetê civiyan. Me behsa pêwendiyên PDK û Komel kirin. Divêya ew pirsgirêkên parlamentoyê veneguhêzin nav pêwendiyên herdu aliyan. Me şerê çekan nekiriye. Lewma divê parlamento bicive. Beriya niha şer jî hate kirin, xwîn jî rijiya lê dîsa aştî kirin.
Jiber çi pêwendiyên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Sekreterê Giştî yê Komela Îslamî Elî Bapir wiha xirabûn?
Pêwendiyên PDK û Komel piştî civîna parlamentoyê ya 19ê Tebaxa 2015ê aloz bûn. Rik û kîn di navbera kak Mesûd Barzanî û Elî Bapîr de nîne. Lê tenê mesele ew e ku hevdîtinên wan çênebûne. Li hinek malper û navnîşanên torên civakî nûçeyên derew belav kirine qaşo mamosta Elî Bapîr daxwaza hevdîtinê ji Kak Mesûd Barzanî kiriye lê ev daxwaz hatiye redkirin. Jiber çi Kak Mesûd Barzanî daxwazeke wiha red bike. Jixwe beriya niha demekê daxwaz ji Elî Bapîr hate kirin ku bi şanda serokatiya Barzanî here Bexdayê. Wate ev gotinên tên kirin tev de drewin.
Elî Bapîr beşdarî şanda Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê nekir. Gelo tu ligel vê nêrînê yî?
Ez bixwe ligel wê nebûm ku Elî Bapîr bixwe beşdarê vê şandê bibe. Lê baş bû ku di asta serkirdetiya Komel de nûnerek di nava vê şandê de heba. Çimkî pirsgirêk bi welatiyên Herêma Kurdistanê ve pêwendîdar bû.
Dixwazim li vir amaje bikim, jiber çi tenê li Bexdayê em yek bin? Ji ber çi em li vir jî bi hevre nacivin û ji bo peydakirina çareseriyan lihev nakin? Ez rêzê ji Kak Mesûd Barzanî re digrim. Lê jiber çi ewê li Bexdayê dike ji bo Kurdistanê jî nake? Ev sê sal in neçûbû Bexdayê û li dijî hikûmeta Bexdayê jî gelek tund diaxivî. Lê ji ber ku berjewendiyên gelê kurd serdana Bexdayê kir. Divê bi heman şêwe serdana partî û aliyên kurdî bike da ku pirsgirêk bên çareserkirin. Pirsgirêk hemû jî liser yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê derket. Kak Mesûd serokê herêmê nebe jî xwedan kesayet û seng e.
Ji aliyê hizrî û prensîban ve Komel û Yekgirtû nêzîkî hev in. jiber çi hewlwestên siyasî cuda ne?
Proje û karê hevbeş ên Komel û Yekgirtû hene. Lê medya mijarê mezin dike. Em bi hevre dicivin ew dibêjin “Komel û Yekgirtû dibin yek.” Paşî dibêjin, “hûn bo çi nebûne yek?” wellehî me behsa yekgirtinê nekiriye. Yekgirtin bi projeyekî stratejîk dibe.
Civak û cudahiya navçeyan jî bandor li siyaseta partiyan dikin. Weke mînak hinek dibe nêrîna hinek ji berpirsên me weke yê Goran be. Lê ev nayê wê wateyê ku em di bin badora Goran de ne. di gelek mijaran de em û PDK xwedan heman helwestan bûn. Ev nayê wê wateyê ku em ketine dûv wan. Lê di vir de pirsgirêkek heye ew jî rê nedana serokê parlamentoyê ye. Em nikarin bêjin vê yekê bandor li siyaseta me nekiriye. Eger ev yek li dijî PDKê jî bihata kirin dê dîsa jî me helwest werbigirta.
Mijara vekişandina ji hikûmetê gelek caran tê rojevê. Weke wezîrekî nêrîna te çi ye?
Heta niha jî em di nav hikûmetê de ne. li gorî qebareya desthilata xwe kar dikin û erkên ji bo me hatine spartin pêktînin.
Di vana Komela Îslamî de gelek behsa vekişandina ji hikûmetê tê kirin. Eger bi vekişandina Komel pirsgirêka meaşên xelkê baş bibe û çareser bibe em dikarin vekişin. Gelo bi vekişandina Komel êdî dizî û gendelî namîne? Herwiha em ne şêrîkê dizî û gendeliyan in. Xwevekişandina min ji wezaretê weke k utu mû ji nav mas vekişî, hêsan e.
Serokwezîr piştgirî dide wezaretên Komel?
Serokwezîr pişrgirî dide hemû wezaret û karmendên wan û dide me jî. Gelek caran jî jiber kar û çalakiyên wezaretê yên ji bo peydakirina dahatê, destxweşî li wezaretê kiriye.
Rudaw
