CHP û MHP li dijî darbeya leşkerî derketin
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand: “Vî welatî gelek ji darbeyan kişand. Em dubare heman arîşeyan naxwazin.”
Kemal Kiliçdaroglu da xuyakirin: “CHP dest ji demokrasiya parlamenterî bernade û girêdayî îradeya gel dimîne.”
Kiliçdaroglu tekez kir: “Vî welatî gelek ji destê darbeyan kişand. Em heman arîşeyan ji nû ve naxwazin. Em li komariyê û demokrasiyê xwedî derdikevin, emê amranca xwe bê kêmasî biparêzin.”
MHPê piştgirî da hikûmetê
Partiya Tevgera Netewperst a Tirkiyê (MHP) jî li dijî darbeya leşkerî derket û piştgîrî da hikûmeta yasayî ya welat.
Serokê Gişît yê MHPê Devlet Bahçeli bi telefonê pêwendî bi Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim kir û ragihand, ku darbeya leşkerî nayê qebûlkirine.
Çavkaniyê ji Serokwezîtiya Tirkiyê ragihandin, ku Bahçeli di vê pêwendiya telefonî de ji Yildirim re gotiye, ku MHP li kêleka hikûmeya yasayî ya Tirkiyê ye.
Rudaw
