• Thursday, 26 February 2026
logo

Rojnameyek Israîlî: Dibe Kurdên Rojhilat bibin mezintirîn hêz lidijî Îran û wê bişkînin

Rojnameyek Israîlî: Dibe Kurdên Rojhilat bibin mezintirîn hêz lidijî Îran û wê bişkînin
Rojnameya Hartis a Israîlî di raportekê de ronî dide ser raperîna Kurdên Kurdistana Rojhilat û çalakiyên Pêşmerge li wî sînorî, hewiha dipirse ku, aya Kurd li wir jî daxwaza serxwebûnê wek Kurdên Başûr dikin?.

Rojname bi vê pirsê dest bi raporta xwe dike: Kurdên ÎRanê (Kurdistana Rojhilat) êrîşî birin ser Hêzên Çekdarên Îranê, lêbelê birayên wan li Kurdistana Başûr ji wan dixwazin ku baştire ku ew bê deng bin, aya çi hişt ku Kurdên Îranê ji nişkêve hişyar bibin, aya ew jî serxwebûnê dixwazin?

Rojname amjeyê bi wê yekê dike ku “Tevî aramiya 20 salên vê dawiyê di navbera Kurdê Îranê û Hikûmeta wê de, lêbelê vê dawiyê çend pirs têne hole, aya 8 milyon Kurd li Îranê biniyazin ew jî bibin serbixwe wek Kurdên Iraqê? Yan jî dixwazin tevlî hêzên din ên Kurdistanî bibin? Yan jî ev serhildan beşek ji plana navdewletî ye jibo pêanîna mezintirîn hêza Kurdî lidijî Îranê? Dawî aya ev pirs girêdayî rewşa navxweyî ya Kurdên Îranê ye?.”

Di heman demê de ji aliyê Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) partiyek din li Rojhilat hatiye durust kirin binavê Partiya Jiyana Azad, herdu partî xwe bi nûnerê Kurdên Rojhilat dizanin, lêbelê heta niha nehatiye nas kirin ku kîjan partî birastî nûnertiya Kurdên Rojhlat dike, ev yek jî nakokiyek biçûke li gorî ku rojname amajeyê pêdike.

Herwiha behsa wê yekê dike ku, bidirêjeya 20 salan Partiya Demokrata Kurdistanê - Îran (PDKÎ) şerê xwe ji nav axa Herêma Kurdistanê şerê xwe birêve dibir, hejmara Pêşmergeyên wan bi tenê 2 hezar pêşmerge ne, ew kevintirîn partiya Kurdistanî ye ku di sala 1945 de hatiye damezirandin û hewla serxwebûnê dike.

Rojnameya Israîlî roniyê dide ser wê yekê jî ku, Herêma Kurdistanê hewldide ku pêwendiyên xwe ligel tirkiyê bihêztir bike, bi şêweyê u ew karibin berdewam petrola xwe di riya benderê Ceyhan re bifroşin, herwiha tê pêşbînî kirin ku Herêma Kurditanê ligel Îranê bighê rêkeftinekê jibo durust kirina boriyek petrolê ku rojne karibe 600 hezar bermîl petrol di riya Îranê re bighîne welatên kendavê û cîhanê.

Di dawiya raporta xwe de rojnameya Israîlî diyar dike ku, dibe Kurdên Rojhilat dixwazin bibin yek ji dîmenên ku welatên Ewropa û Amerîka piştevaniya wan dikin, wek Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û Pêşmerge û Gerîlayên Rojava.

Basnews
Top