• Thursday, 26 February 2026
logo

Parlamenterên kurd ên li Bexdayê vedigerin Kurdistanê

Parlamenterên kurd ên li Bexdayê vedigerin Kurdistanê
Ji ber metirsiya rewşa asayîşa Bexdayê, parlamenterên kurd ên li Bexdayê ji Kurdistanê re tên vegerandin.

Parlamentera kurd a li parlamentoya Iraqê Dr. Eşwaq Caf ji BasNewsê re ragehand, ji aliyê serokê fraksiyonên Kurdistanê ve ji wan re hate ragehandin, ku roja pêncşema 14.07.2016ê û roja piştî wê li Bexdayê nemînin. Ji ber ku rewşa asayîşa paytextê wê aloz bibe.

Eşwaq Caf ragehand, biryare roja pêncşemê pêşandaneke leşkerî li Bexdayê wê birêve biçe û li gor zanyariyên heyî jî grup û milîsên nêzîk li Nûrî Malikî wek xwe pêşandanek wê li hember gefên rêberê rewta Sedir Mûqteda Sedir wê merasîm û pêşandaneke leşkerî bikin.

Berî naha Mûqteda Sedir daxwaz ji alîgirên xwe kiribû, roja înê 15.07.2016ê xwepêşandanên milyonî li bajarê Bexdayê pêkbînin. Ji ber wê jî metirsî heye ku xwepêşander bavêne ser navçeya kesk, (Cihên hikûmeta Iraqê yên fermî) wek xwepêşandanên meha Nîsanê û Gulanê parlamento û encûmena wezîran dagir kiribûn.

Ew parlamentera kurda amaje bi vê yekê kir, piştî rûniştina parlamentoyê ya roja çarşemê, parlamenterên kurd wê vegerine Kurdistanê û wê çavdêriya rewşê bikin.

Basnews
Top