• Thursday, 26 February 2026
logo

Swêd hejmara leşkerine din dişîne Herêma Kurdistanê

Swêd hejmara leşkerine din dişîne Herêma Kurdistanê
Wezîrê Bergîriyê yê Swêdê Peter Halkvest aşkere kirk u, welatê wîbi niyaz e ku, hejmara leşkerên xwe li Herêma Kurdistanê zêde bike, ev yek jî piştî wê tê, ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ji Swêdê bixwaze ku roleke wê ya çalaktir li dijî terorê hebe.

Herwiha Halkvest ew yek jî aşkere kir ku, niha 35 leşkerên Swêdî li Herêma Kurdistanê hene û Swêd bi niyaz e, di demeke nêzîk de hejmara leşkerên xwe bike 70 leşker.

Wezîrê Bergîriyê yê Swêdî ragihand jî, ku hikûmeta welatê wî di wê baweriyê de ye, ku dive Swêd jî roleke wê ya berferehtir di şerê li dijî DAIŞê de hebe.

K24
Top