• Saturday, 21 February 2026
logo

Barzanî hejmarek doseyên gendeliyê radestî Desteya Destpakiya Herêma Kurdistanê kirye

Barzanî hejmarek doseyên gendeliyê radestî Desteya Destpakiya Herêma Kurdistanê kirye
Serokê Herêma Kurdistanê çend doseyên gendeliyê radestî Desteya Destpakiya Herêma Kurdistanê kir, çavlirêye ku di maweyekî kinde bersiv were bê dan.

Li gorî zaniyariyên ku ji çavkaniyek taybet bi dest BasNews ketine, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çend doseyên gendeliyê arasteyî Desteya Destpakiya Herêma Kurdistanê kirine, jibo ku ew lêkolînî li ser bikin û piştre bersivê di raportekê de bidin ku, tevaya wan doseyan dike 20 doseyên gendeliyê.”

Di vê derbarê de Serokê Desteya Destpakiya Herêma Kurdistanê Hakim Ehmed Enwer ji BasNews re ragehand: “Belê ew dose ji aliyê Barzanî hatine şandin, lêbelê em hejmar û hurguliyên van doseyan eşkere nakin.” Herwiha eşkere kir ku, roja yekşemê 3 Nîsanê 2016 em dê zaniyariyan li ser naveroka van doseyan belav bikin.

Amadekirina van doseyan ji aliyê Barzanî ve, piştî wê yekê tê ku, berî çend mehan Barzanî peyamek derbarê çend biryaran jibo pêkanîna çaksaziyê belav kiribû.

Çavkaniyek agahdar ji BasNews re ragehand: “Ev 20 doseyên gendeliyê, bi belgename û pêdawîstiyên temam hatine amade kirin û eger heye ku hejmara doseyan ji wilo bêhtir be.”

Basnews
Top