Encumena Asayişa Kurdistanê li ser DAIŞîyê amerîkî daxuyanî da
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di roja 14ê Adar a 2016 de welatiyekî Amerîkî temen 26 salî bi anvê Mihemed Cemal Xuyîs ku akinciyê eyaleta Vergeniya ya, ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve li nêzîkî Şingalê hat girtin, ku dixwast ji bajarê Mûsilê ve derbasî nav Herêma Kurdistanê bibe.
Li gor daxuyaniyê, Xuyîs di meha Befranbar a sala 2015ê ligel jineke genc a Iraqî bi rêya Tirkiyê ve çûye nav Sûriyê û di dawiya Kanûn a borî de gihîştiye Iraqê, piştre jî li gor axavtina wî bixwe reviyaye, daku vegere welatê xwe.
Herwiha hatiye xuyakirin, ew kesê girtî li Herêma Kurdistanê ye û ji aliyê dezgehên pêwendîdar ên ser bi Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ve di jêr lêkolînê de ye û li gor yasayên nvxweyî û navdewletî serederî ligel wî tê kirin.
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye, Mihemed Cemal Xuyîs dema ku ji Amerîka ve çûye Sûriyê, li çend welatên Ewropa jî bicih bûye û piştre çûye wî welatî.
Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Em li cem xwe ve ligel aliyên pêwendîdar ên Amerîka ve li ser vê dosyayê di gotûbêjê de ne.”
Rudaw
