• Saturday, 21 February 2026
logo

Li paytextê Îranê teqîn

Gulan Media March 16, 2016 Nûçe
Li paytextê Îranê teqîn
Li paytextê Îranê bajarê Tehranê teqînek çê bû û li gor zanyariyên heya niha di encama teqînê de 39 kes birîndar bûne.

Li gor zanyariyan, teqîn li pasajeke 3 qat a di nav bazara Tehranê de ku dokanên zêringiran lê ne, qewimiye.

Berdevkê Saziya Agirvemirandina Tehranê Celal Melikî jî derbarê bûyerê de got: Di encama bûyerê de heya niha 39 kes birîndar bûne.

Celal Melikî got: “Hêj sedem an jî sedemên teqînî nehatiye zanîn û tîmên agirvemirandinê mijûlî operasyona rizgarkirina welatiyan in.”

Melikî herwiha diyar kir: “6 tîmên hawarçûnê jî bo cihê teqînê hatine şandin.”

Pêştir Berdevkê Hawarçûna (Ûrjnas) Tehranê Hesen Ebasî ragihandibû, ku di bûyerê de 15 kes birîndar bûne.

Hesen Ebasî gotibû, tîmên hawarhaçûnê birîndar rakirine nexweşxaneyan. Ebasî dabû xuyakirin: “9 ji birîndarên vê bûyerê rakirine nexweşxaneya Sîna û 6 kesên din bo nexweşxaneya Luqman veguahstine.”

Hesen Ebadî da xuyakirin, ku rewşa hinek ji birîndaran nebaş e û birrînên wan giran in.

Rudaw
Top