Nêçîrvan Barzanî: formên berê ji bo bi hev re bûnê li Îraqê şikistî ye
Serokwezîr di peyvekê de destxweşiya Zankoya Emerîka li Silêmaniyê, Dr. Berhem Salih Serokê Borda Zankoyê û rêveberên zankoyê kir ji bo saz kirina vê hevdêtinê, ku aramnca wê diyalog û lêkolîn derbarê rewşa rojhilata navîna piştî DAIŞê yê. Her wiha amaje bi vê yekê da ku hevdîtina zankoyê li roja 28.mîn salvegera karesata kîmiya barana Helebce hatiya sazkirin û bi vê hilkevtê em serê xwe beramber şehîdên vê karesatê û hemû şehîdên Kurdistan ditewînin.
Nêçîrvan Barzanî xuya kir ji bo emegdarî li hember xwîn û xewna şehîdan, pêwîst e hemû aliyek bi hev re pirsgirêkên navxweyî bi lez û bi diyalogê û ji hev têgihiştinê çareser bikin, ji ber ku reketin giring e û bi hev re serkitin bi ser DAIŞ û terorê bihê tomar kiriin. Nakokiyên navxweyî jî bo hezkirina şikandina hevdu û ferz kirina îrade daye zanîn ku ji ber vê yekê gelê Kurdistanê û saziyên herêmê tûşê gelek nexweşiyan bûn û di navbera xirap û xiraptir de, eva xiraptir rûda û rewşa siyasî û navxweyî ya Herêma Kurdistanê li hev girtineka siyasiya bê mînak kete rewşeka nexweş, li demekê ku Kurdistan di rewşeka gelek xirapa şer de bû û pêwîstî bi vê yekê hebû bi hemû awayekê seqamgîriya navxweyî bihê parastin û hevpeymanan jî her ev yeke bi hemû aliyên Kurdistanî xuya kirine.
Her wiha got Serokê Herêma Kurdistanê li demê diyar kirî de, hemû gavên pêwîstên yasayî bi cih anî, ji bo saz kirina hilbijartina Serokê nû yê Herêma Kurdistanê. Lê Komisiyona Serbixwe ya Hikbijartinan xuya kir nikare hilbijartinê bike. Encumena Şûraya Herêma Kurdistanê, ji ber pêwîstiyên yasayî, demê serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê dirêj kir, digel pêşkêş kirina pêşniyazeka vekiriî ji bo destkarî kirina deshilatên Serokatiya Herêma Kurdistanê. Lê hewla şikandina serokekê ku di bereyên şer de bû, hewla sepandina îrade, paldana perlemanê ji bo pitir aloz kirina rewşê li cihê çareser kirinê, û kirina perlemanê bi senterekê handanê di vê rewşa hestiyar de bûye sedema ne rahet bûna xelkê beramber karên dezgehên yasayî.
Serokwezîran ev yek jî got ku pirsên navxweyî yên siyasî lihemû welatekê rû didin, lê giring eva ye ku daxwaz û îradeya çareser kirinê hebe, lewma niha demê vê yekê ye hemû aliyên Kurdistanî vê daxwazî û îradeyê bi tevahî nîşan bidin û perleman ektîv bibe û bi awayekê bibe cihê mitmane û aramiyê bo gelê Kurdistanê. Her wiha danûstanê navber PDK û YNK ji bo vê pirsê bi hêvîdar daye zanîn û hêvî xwest danûstan û bi hev re runiştina navber hemû aliyan bi armanca çareser kirina pirsgrêkan destpê bike. Li pareka din ya axaftina xwe, Nêçîrvan Barzanî xuya kir îradeyeka siyasî bi piştîvaniyeka mezin ya cemawerî ji bo reformê heye û amaje bi gavên giring û berdewamên hikûmetê li warê reform û şefaf bûnê kir.
Her wiha sipasiya berxwedana gelê Kurdistanê û karmendên hikûmetê kir ku li hember qeyrana darayî berxwe didin ku ev qeyrane bandor bo ser jiyana hemû malekê heye û pêdagirî li ser vê yekê kir ku Hikûmeta Herêma kurdistanê bi hemû awayekê hewla çareser kirina vê qeyranê dide. Ev yeke jî piştrast kir ku ev qeyrane derbaz dibe û rewşa jiyana xelkê Kurdistanê gele baş dibe û avedanî û pêşketina Kurdistanê gelek baştir destpê dike.
Derbarê vê karesata ku terorîstên DAIŞê ji bo Kurdistan û deverî tevî xwe anî, amaje bi komkojiya kurdên Êzîdî û wêran kirina bajarokê Golale û Kobanê û revandina keç û daykan li kurdên Êzîdî û tawanên DAIŞê bi mezintir zanî ku bi ser deverê înaye, ku niha hikûmetê 2,445 kes li dayik û xoşk û zarokên wan rizgar kiriye, lê hêşta gelek kesên din bin destê DAIŞê mane.
Her wiha sipasiya welatên hevpeymaniya dijî DAIŞê bi taybetî Emerîka kir ji bo piştîvaniya hêzên pêşmerge û pêdagirî li nehêlana vê metirsiyê kir ku li ser dest û xwîna pêşmerge û hezên Kurdistanê pişiya DAIŞê hate girtin. Pêşmerge dûr ji nakokiyên siyasî bi awayekê mirov parêzî hemû pêkhatiyên neteweyî û olî parastî ye û bûye cihê mitmaneya gelên deverê, her ji ber vê yekê ji hemû deverekê penaber û koçber hatine deverên bin deshilata pêşmerge.
Derbarê sedemên bargiranî û qeyrana darayî jî behsê şerê DAIŞê û qût kirina pişka Herêma kurdistanê ji aliyê Bexdayê û hatina nêzîkî 1.8 milyon penaber û koçber û daketina nirxê petrolê û bê par kirina Herêma Kurdistanê ji yedeka diravê Îraqî û deynên navdewletî kir. Her wiha got gelê Kurdistanê çavrê vê yekê dikir dewletên cîhanê alîkariya Herêma Kurdistanê bikin, lê çi welatekê cîhanê heya niha çi yarmetiyeka darayî ya Herêma Kurdistanê nekiriye.
Nêçîrvan Barzanî derbarê pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê jî xuya kir hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şahidiya hemû aliyekê li demê salên borî gelek hewl dan û gelek caran serdana Bexdayê kir û destpêşî û niyeta paqija xwe nîşan da ji bo çareser kirina pirsgirêkan, lê mixabin bê encam bûn û Hikûmeta Îraqê sal bi sal pabend bûnên xwe li hember Herêma Kurdistanê bi cih ne anî. Lewma niha aliyên siyasî û gelê Kurdistanê bi giştî ji Hikûmeta Îraqê bê hêvî bûne. Ev yeke jî got: niha li pêşberî berpirs û serkirdeyên rêzdarên Îraqê, ku li vir amadene, em radigihînin ku em dixwazin digel Bexdayê re bikevin.
Li pareka din axaftina xwe, Serokwezîr xuya kir berî ve yekê biryar li ser metodê din bo hukraniya Îraqê bihê dan, pêwîste rastiyaîraqê li warê pêhatiyên netewî û olî û mesebî û cografî bihê zanîn, ji ber ku formolên berê ji bi hev re bûnê şikistî ye û Herêma Kurdistanê amade ye ji bo danûstan li ser metodekê din ji bo rêve birin û hukm û têkiliyê, reketinê bike ku bibe sedemê xweşiyê ji bo hemû deverê. Herêma kurdistanê bûye qorbaniyê aliziyên deverê, tundiya ku berê xwe daye Herlma Kurdistanê, ji derve hatiye, encamê milmilanê ya tayfî û navxweyî ya deverên derdora Kurdistanê ye. Lê bi xwîn û fedakariya gelê Kurdistanê pêşiya ve metirsiyê bo ser Kurdistanê û hemû cîhanê hatiye girtin.
