• Saturday, 21 February 2026
logo

Berpirsên Ereb peyam dan Kurdan: Em li dijî Serxwebûna Kurdistanê ne

Gulan Media March 16, 2016 Nûçe
Berpirsên Ereb peyam dan Kurdan: Em li dijî Serxwebûna Kurdistanê ne
Fermandeyên Rêxistina Bedir a milîsên Şîe Hadî Amirî û Wezîrê Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Iraqê Hisên Şehristanî li Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihandin, ew li dijî serxwebûna Kurdistanê ne. Herwiha Sekreterê Berê yê Komkara Erebî Emr Mûsa jî got: “Em agahdarê hêvî û daxwazên Kurd bo serxwebûnê ne, lê belê bi nêrîna me niha behsa wê mijarê nayê kirin.”

Piştî beşdarbûn di Korbenda Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê (SuliForum) de, çend serkirdeyên Iraqê û welatên Erebî derbarê mijara referandom û serxwebûna Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re axivîn.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir û Fermandeyê milîsên Şîe yên Heşda Şeibî Hadi Amirî derbarê cudabûna Kurdistanê ji Iraqê û serxwebûna Kurdistanê de ji Rûdawê re got: “Eger em bixwazin, em qebûl nakin. Em naxwazin Iraqê bê parçe parçekirin. Em wisa dibînin ku dabeşkirina Iraqê dibe sedema lawaziya hemûyan. Dabeşbûna Iraqê Kurdan lawaz dike. Hevdem pêkhateyên Şîe û Sunne jî lawaz dike. Ji ber wê divê em parêzvaniyê li Iraqê bikin û pêwîst e em hemû hewla parastina Iraqê bidin.”

Li ser heman mijarê, Wezîrê Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Iraqê Hisên Şehristanî jî ji Rûdawê re axivî.

Hisên Şehristanî ragihand: “Ez ne di wê baweriyê de me ku bi parçekirinê, dewletê îstiqrar hebe, bi taybet bo Iraq û Sûriye, Lubnan, Yemen an jî her welatek din.”

Şehristanî herwiha got: “Cîhan pêşkevtî ye. Bo mînak welatên ewropayê niha ber bi wê ve diçin, ku di çarçoveya aboriyeke yelgirtî û siyaseteke yekgirtî, parojeyeke memzintir, nek parçekirina welat, yek bigirin. Ji ber wê jî ez wiha nabînim û ti rastiyê di her ezmûnekê de jî nizanim, ku bi cudakirina dewletê, îstiqrar hebe, belku berovajî rikeberî û pevçûn derdikeve.”

Her wek wan serkirdeyên Iraqê, Sekreterê Berê yê Komkara Erebî, Emr Mûsa ku yek ji siyasetvanên navdarê Misirê ye jî, derbarê serxwebûna Kurdistanê de ji Rûdawê re ragihand: “Statuya Kurdî statuyek naskirî ye. Me guh li hêvî û daxwazên Kurdan bûye, em wê dizanin. Min di vê bareyê de li parlamentoyê li Hewlêrê axavtinek kir. Ez wiha nabînim ku niha gotûbêj li ser wê mijarê bê kirin.”

Serkirdeyên Iraqê û welatên Erebî dibêjin, serxwebûna Başûrê Kurdistanê metirsî ye bo ser deverê, nek sedemek be bo asayiş û îstiqrara deverê.

Ev daxuyaniyên berpirsên Ereb di demekê de ye, ku mijara serxwebûna Başûrê Kurdistanê li cem rayedarên Herêma Kurdistanê rojevek germ e û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di wan çend mehên dawî de bi awayeke berdewam tekezî li ser lidarxistina referandomê bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê kiriye.

Di nûtirîn axavtinên xwe de, Barzanî di hevpeyvîneke ligel malpera Philliy ya Amerîkî de cardin tekezî li ser wê yekê kir, ku piştî êrişên DAIŞê li Iraqê û Sûriyê sînorên deverê wek xwe nemane û got, ku niha dema wê yekê ye hizir li dubare xêzkirina sînorên Rojhilata Navîn bê kirin.

Barzanî amaje bi ezmûna sîstema federalî ya li Iraqê jî kir û da xuyakirin, ku wê ezmûnê li Iraqê şikest xwar û da zanîn: “Kurdên Başûrê Kurdistanê nikarin her bi vî awayê niha ligel Iraqê bijîn.”

Rudaw
Top