• Saturday, 21 February 2026
logo

Peyama hikûmetê bi helkefta 28 saliya kîmiyabarana Helebce

Gulan Media March 16, 2016 Nûçe
Peyama hikûmetê bi helkefta 28 saliya kîmiyabarana Helebce
Roja(16.03.2016) 28 sal bi ser karesata kîmiyabarana bajarê Helebce ya ezîz li ser destê rijêma Basa şoven derbas dibin. Helebce sembola mezlomî û qurbanîdana gelê me ye ku, bi dirêjahiya dîrokê ji bona azadî û serferaziyê dane, ew, hevdem, hêmaya xweragirî û îradeya man û xweseteka geklê kurd e ji bo jiyan, binyatdanan û pêşkeftinê. Helebce wê rastiyê diselmîne ku, tu çek, hêz û pilanên dijmin û neyaran nikarin bi ser îradeya mana gelê kurd yê aşitîxwz û jiyandost de zal bin.

Di rewşekê de em vê minasibetê bi bîr tînin ku, Pêşmergeyên mêrxasên Kurdistanê bi moraleke polayîn li hember hovtirîn êrîşên terorîstên şerxwaz de bergiriyê ji hebûn û îradeya me ya ji bo jiyan, pêkvejiyan, azadî û buhayên mirovatiyê dikin.

Tevî hemû kar û xizmetên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Helebce, birîndarên kîmiyabaranê û xelkê welatparazê bajêr kirine, hêşta ev wîlayeta ezîz hêjayî xizmetên zêdetir û pirojeyên binyatdanana înfrastruktura û zêdetir avadankirinê ye û ev yek weke prensîp di pilanên hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye.

Avadan, geş û pêşkeftî be wîlayeta Helebce ya ezîz. Silav ji bo canê paqijê şehîdên Helebce û tev şehîdên Kurdistanê.

Civata wezîrên Herêma Kurdistanê
16.03.2016

Top