• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya tekaneyên Helebçe kir

Gulan Media March 16, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya tekaneyên Helebçe kir
Roja çarşem 16.03.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya wan tekaneyên bajarê Helebçe kir ku tevahiya kesukarê wan li karesata kîmyabarankirina Helebçeyê da şehîd bûn.

Li hevdîtinê de tekaneyên Helebçe spasî xemxwariya Serok Barzanî û rexsandina hevdîtinê kirin û behsa asewarên karesata Helebçe û wan kêşe û girift û êşan kir ku tekane û xelkê Helebçeyê hene û Serok Barzanî ji wan kêşeyên xelkê Helebçe û babeta wendabuyên bajarê Helebçe û her wiha rewşa birîndarên karesata Helebçe û qerebûkirina xelkê Helebçe agahdar kirin û daxwaz jî kirin ku ji bo parastina mafên kesukarên qurbaniyên Helebçe li ruyê yasayiyê ve li rêya proje yasayek rêwşuwênên pêwîst li ber bigrin û ewên bi tenê mane û tevahiya kesukarên wan ji kîmyabarankirina Helebçeyê da şehîd bûne. Her wiha spasî hewlên Serok Barzanî yên ji bo xizmetkirina Helebçe û bi parêzgehkirin û gihandina xizmetguzariyên ji bo bajarê Helebçeyên li dema derbasbûyî de kirin û daxwaz jî ji Serok Barzanî kirin ku piştevanê maf û daxwaziyên wan bê.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina wan kir û li gotarek da ragihand ku ewên tekane û bê kesukarin û hemû Kurdistaniyek xuşk û bira û kesukarên wane û eve jî xisterû ku ji xem û azar û êşên wan têdigihe û xwe bi hevsoz û hevbeşê êşa tekaneyên Helebçe zanî û tekez li wê yekê kir ku karesata Helebçe birînekî kûre û tu demekî nayê ji bîrkirin û nikarîn ji bîr bikîn û bi pêwîstî jî zanî kar ji bo nehiştina asewarên wan bê kirin û divê bi hemû şiyanek ve hewl bidîn êdî karesat li ser mîlletê me da neyê.

Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa êş û karesatan kir ku li ser gelê Kurdistanê da hatiye û karesata Helebçe jî zincîreyek bûye ji wan karesatan bê serûşûnkirina 12000 gencên Feylî û 8000 Barzanî û 182000 Enfal bigre heta kîmyabarankirina Helebçe û ew karesatên li ser xuşk û birayên me yên Êzîdiyan li Şingalê da hatiye. Serok Barzanî behsa mezinî û resenayetî û ehlaq û rewşta bilinda gelê Kurdistanê kir ku li gel wan karesat û zulmên hatine kirin destê xwe ji bo tolhildanê nebir û eve mezinî û gewreyî bû ku cîhan neçare serê xwe ji bo wê nizim bike û biçemîne û rêz lê bigre. Serok Barzanî bi tekaneyên Helebçeyê ragihand ku hûn û xelkê xweragirê Helebçe gelek taybetin û qurbanîdana we dergehê li ser gelê Kurdistanê vekir û werçerxanek bû li dîroka gelê me û qurbanîdana Helebçe ji bo serbilindî û azadiya gelê Kurdistanê bû, ji bo wê yekê xizmetkirina we mezintirîn serweriye ji bo me hemûyan.

Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser dîroka pir li karesatan, Kurdistan li gel dewleta Iraqê hêmaya wê yekê da ku bo ku dawî bi karesatan bê û bikarîn xwe biparêzîn divê bîr li çareseryekî din bikîn û Kurdistan êdî nikare qurbanî bide û bi paşkoyî bimîne û şeraketî jî nayê qebûl kirin û ev rewşa ne li bara niha li ser Iraqê da hatiye Kurdistan jê ne berpirse. Serok Barzanî behsa qeyrana darayî ya Herêma Kurdistanê jî kir û dilniyayî da ku ev qonaxa dijwar jî her wekî qonaxên din bi serkeftî derbas dibe. Di derbarê rewşa navxweya Herêma Kurdistanê jî Serok Barzanî behsa çarenûsa hevbeşa gelê Kurdistanê kir ku divê hemû aliyek ders û wane li Helebçe û qurbanîdana wê werbigrin û teba bîn û çûna ku mijulî dirustkirina giriftan bîn ji bo hevdû, bila bên û bîr li Helebçe bikîn û eve jî xisterû ku dijmin û neyarên Kurdistanê me hemûyan bi yek çavî temaşe bike û cûdahî li navbera me de neke, ji bo çi em li nav xwe de cûdahiyê bikîn?

Li dawiyê da Serok Barzanî soza wê yekê da ku li gel aliyên peywendîdar hewl dide wan wendabûyên karesata Helebçe peyda bikin û her wiha li çareserkirina birîndarên karesata Helebçe de berdewam bin.

Top