• Saturday, 21 February 2026
logo

Daxwaza rakirina parêzbendiya 8 parlamenterên din tê kirin

Gulan Media March 16, 2016 Nûçe
Daxwaza rakirina parêzbendiya 8 parlamenterên din tê kirin
Biryarnameya dozgerî ya bo rakirina parêzbendiya 8 Parlamenterên HDPê, gihîşt Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê.

Piştî daxwaza rakirina parêzbendiya Hevserokên HDPê û 3 parlamenteran, daxwaza rakirina parêzbendiya 8 parlamenterên din jî hate kirin.

Di biryarnameyê dozgeriyê de ji Parlamentoyê tê xwestin, parêzbendiya Faysal Sarîyildiz, Ferhat Encu, Aycan Îrmez, Çaxlar Demîrel, Îmam Taşçîer, Feleknaz Ûca, Adem Geverî û Gulseren Yildirim bê rakirin.

Tê destnîşankirin, parlamenteran di gotar û axaftinên xwe de propagandeya rêxistina terorê kirine û ji ber van sedeman, derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin.

Berî niha jî daxwaza rakirina parêzbendiya hevserokên HDPê û 3ê kesên din hatibû kirin.

K24
Top