• Saturday, 21 February 2026
logo

Nûnerê Obama li Başûr e – Dê bi Barzanî re hevdîtin bike

Gulan Media March 16, 2016 Nûçe
Nûnerê Obama li Başûr e – Dê bi Barzanî re hevdîtin bike
Nûnerê taybet ê Serokê Amerîka di hevpeymaniya dij DAIŞê de, Brett McGurk li Başûrê Kurdistanê ye û dê bi Serok Barzanî re hevdîtin bike.

Duh êvarê nûnerê taybet ê Obama di hevpeymaniya dij DAIŞê de, Brett McGurk gihîşt bajarê Silêmaniyê. Hat gotin ku McGurk dê tevlî Foruma Silêmaniyê be.

Balyozxaneya Amerîka li Iraqê jî ragihand, Brett McGurk dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyde Ebadî re hevdîtin bike û bi wan re behsa pêşhatên dawî yên şerê DAIŞê, operasiyona Mûsilê, çawaniya çareserkirina kirîza aborî li Iraqê û rewşa Sûriyê bike.

Heta niha nayê zanîn McGurk dê kengê bi Barzanî û Ebadî re hevdîtin bike.

Di meha Adarê de ev cara duyemîn e nûnerê Obama serdana Başûrê Kurdistanê û Iraqê dike. McGurk roja 2ê Adarê jî hatibû Iraqê.

Rudaw
Top