Mesrûr Barzanî: Em li dijî her cure kiriyareke terorîstîne
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarî kirin di merasima vekirina zanîngeha Amerîkî ya li Dihukê, beşdariya presskonferansekî kir û got: Hêvî dixwazim ev zanîngeha han bibe cêyê dilxweşî û rizamendiya xelkê Kurdistanê û ew Xwendekarên ku dixwazin bixwînên û hêvî dixwazim ku bikaribin fêde ji vê zanîngehê werbigirin.
Derbarê teqînên Enqereyê de jî Barzanî eşkere kir ku em li dijî her cure kiriyareke terorîstîne û ev kiriyarên han şermezar dikin.
