Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê berê yê Komkara Erebî kir
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û aboriya navçeyê û her wiha qeyranên kûr yên welatên Rojhilata Navîn û Rojavayê Asya û Bakûrê Afrîqa danustandina bîr û ramanan kirin.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de behsa tayîfegerî û hereşeyên teror û hizra tundreyiya li ser jiyana siyasî û aboriya welatan û jêrxana hizrî û civakî û aboriya navçeyê kirin.
Guftûgo di derbarê pêşhatên siyasî û emniyên Iraq û Sûriye mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
