PDKê bersiva Kantonên PYDê dide
Piştî ku Endamê Komîteya Avakirina Kobanê Silêman Xelîldi kongireyekî rojnamevanî de ragehand ku berpirsên PDKê li dijî ava kirina Kobanê ne û ev maweyê 8 mehin ku hejmarek ji Komyon, Tirêkis û Terektor li cem xwe girtine û nahêle ku derbasî Rojava bibe.
Îro 14 Adarê Endamê Serkirdayetiya PDKê Elî Ewnî ji BasNews re ragehand: “Diyare heta niha PYDê di wê xewnê de ye ku wê ew bi siyaseta hele biserbikeve, heger em li dîrokê binerin em dê nasbikin bê kî menxwarê Rojava ye.”
Herwiha got: “PDKê di çaroveya hikûmetê de beşdare, PYDê dixwaze biryarên hikûmetê bi helwêsta PDKê bide nas kirin, çima nayê pirs kirin bê kî rêgiriyê li gihştina alîakriyan bo rojava dikin em an ew?”
Basnews
