• Saturday, 21 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistanê pêwîstî bi perwerdeya pîşeyî heye

Gulan Media March 14, 2016 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistanê pêwîstî bi perwerdeya pîşeyî heye
Êvariya roja Duşem 14-3-2016 bi amade bûna Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurditanê û Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê û Serokê Zankoya Emerîkayî û balyozên Emerîka, Îtalya û Konsul û nûnerên welatên biyanî û hijmarek perlemantar û wezîr û nûnerên aliyên siyasî, Zankoya Emerîkayî li Duhokê hate vekirin.

Serokwezîr piştî peyva Serokê Herêma Kurdistanê peyvek pêşkêş kir û behsê giringiya vê pirojeyê ji bo gelê Kurdistanê li warê zanistî kir.



Têksta peyva Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrên Herêma Kurdistanê:



Rêzdar cenabê Serok Barzanî

Rêzdaran balyozên Emerîka û Îtalya li Îraqê

kunsul û nwênerên welatên byanî li Herêma Kurdistan,

Serkirdeyên alî yên siyasî,parêzgarên Herêma Kurdistanê

Dostên gelê Kurdistanê ku li dervey welatî hatine bo vê merasîmê

Hemû mêhvanên hêja..



Roja we xweş, hemî aliyek bi xêr bên serçavan…



Pêxweşhalîn ku evro em pêkve beşdariyê di rêwresma vekirina Zankoya Emerîkayî li Duhokê dikeyin. Ev zankoya ku hêvîdar im û me baweriya temam ya hey‌,dê bîte navendeka dî ya giringa zanistî û ekadîmî li Duhokê û Kurdistanê ûdê çîte rêza çendîn deskeftên dî yên giring li vê deverê. Rêkê biden pêşekî destxweşiyê li Rêzdar Mesrûr Barizanî,bo hizra avakirina evê Zankoyê ûher wesa pîrozbahiyê li xelkê Duhokê û Behdînan bi taybetî û Kurdistanê bi giştî bikem.

Asta zanistî û saziyên fêrbûnê li her welatekî,nîşana pêşkeftin û zindî ya vî milletî ye,ev mîllet dihête nasîn û bi asta wê dihête pîvan bi zanistî û fêrbûnê û perwerdeyê. Ji ber hindê,çendî ku em giringiyê bideyine zanist û fêrbûnê ûçendî ku qutabxane û Zankoyan ûnavendên zanistî ava bikin,hêşta her kêm e.

Vekirina zankoyekê di rewşa evroya Kurdistanê da li Duhokê,peyamek e bo dujmina ku sepandina şer û pîlanan dijî milletê me,karwanê me yê pêşkeftinê ranawestît,hem nîşaneka rone ku milletê me melletekê zîndiye û di roj û rewşên herî teng û giran da jî‌,hez û îrada xwe bo jiyanê û pêşkevtinê û avakirinê,ji dest nadet.



Ji ber têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê,bab û bapîrên me ev şans û delîve nebûye,ku wekî pêwîst bixwînin û zankoyan temam biken. wan giyanê xwe kire qurbanî,daku evro kiç û kurên me bişên bixwînin ûşansê xwendinê li zanko û peymangehên baş,bidestve bînin. Lewma evro baweriya me eve giyanê pakê şehîdan,yê şad û aram e.



Amadebûyên berêz,



Hikûmeta Herêma Kurdistanê,giringiyeka taybet ya daye kertê perwerdeyê û xwandina bilind. Siyaseta me ev bûye ûme derfeteka mezin ya daye kertê taybet,daku ev jî rolê xwe bibînt ûli dûv pîvan û standardên zanistî û ekadîmî yên cîhanî,peymange û zankoyan li Kurdistanê veken ûbeşdariyê di pêşve birina civakê da biken.



Niho li Herêma Kurdistanê,digel (15) zankoyên hikûmî ûEncumena Kurdistanî bo pisiporiyên pizîşkî ûdesteya Kurdistanê bo dîrasatên stiratîjî û tuwjandinên zanistî,ku ev jî li asta zankoyan in,her wesa digel dehan peymangehên hikûmî,wekî kertê taybet jî,(13) zankoyên ehlî û(9) peymangehên taybetî hene.



Evro hejmara qutabî yên li zanko û peymangehên ser bi xwandina bilindive li Herêma Kurdistanê dxwînin,(94,700) qutabî ne,ku j wan %48 qutabî yên kiç in. Ev hejmara mezin û hevseng li navbera herdu nivşan,bo Kurdistanê û paşeroja wê serimayekê mezin e ûdê rolekê giring lû paşerojê gêrin.



Evro Kurdistanê gelek pêwîstî bi xwandina pîşeyî heye,sibey jî bo pêşve birin û avakirina baştira Kurdistanê,pêwîstiyeka mezin bi xwandin û taybetmendî û pisiporiya pîşeyî heye,lewma giring e ku xwandina pîşeyî û amadekirina kadrên şareza di hemî biwarên pîşeyî da li Kurdistanê,li berçav bihête girtin û giringî pê bihête dan.



Amadebûyên hêja,

Hûn hemî dizanin ku ji encama gelek pîlan û şerêt veşartî li dijî Herêma Kurdistanê,xelkê me yê di rewşeka giran daye. Zêdetirî du salan e ku Hikûmeta Îraqê budca Herêmê biriye,digel da,şerê drindetirîn rêkxstina tîrorê li cîhanê bi ser me da hatiye sepandin,paşî pitirî milyonek û heştsed hezar aware û penaberan,berê xwe daye Kurdistanê,li duymahiyê jî bihayê neftê bi rengekê ne çaverêkirî dakevt,ku karîgeriyeka gelek xirap li Kurdistanê kir.



Em dijwariya evê rewşê dizanîn,lê di heman demê da ev qeyrane,bo me derfeteka zêrîn û waneyeka geleka giring e,daku baştir kêmasî yên xwe bibînîn ûdest bi çaksaziyeka ciddî li Herêma Kurdistan bihête kirin. Bo vê çendê me yê destpêkirî ûme pilaneka hemelayen ya amade kirî,bi taybetî jî di herdu warên kargêrî û kargêriya darayî da,daku dahatê Herêmê zêde ûxercî jî kêm bikin.

Di babetê dahatî da,bi taybetî jî dahatên neftê,şefafyeteka hêj zêdetir peyrew bikin,belku helmetaka bi vî navî,dijî Herêmê dihête kirin ûnav mala Kurdistanê hejandî ye,kêm biket.



Bo derbazkirina evê qonaxê,em hewcey hevkariyeka dilsozane û hoşiyaraneyine li navbera xelkê Herêmê û hikûmetê ne. Em sipasiya xelkê xwe‌ dikeyin,nexasme ewên li ser mûçey dijîn,ku astekê bilindê pêgîriyê û hevkariyê û xemxweriyê nîşan dayine ûmin divêt b navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê,sipasiya ewan êk b êk bikem.



Bila hemî fermanber û mûçexor jî piştirast bin ku mafê kesê berize nabît. Ewa hatiye kirin,ji neçarî bûye,bo derbazbûnê bûye ji evê qeyrana mezin.



Me baweriyeka mukum heye evê qonaxa giran,wekî gelek tengavî û qonaxên xrabtir û zehmettir,dê bi şêweyekê serkeftî derbaz keyin. Milletê me gelek nexweşî û tengavî dîtin e,lê hemî cara jî bi xweragirî,derbaz kirine. Me hêviyeka mezin bi serkeftin û paşeroja geşa Kurdistanê heye.



Li vêrê,careka dî min divêt sipasiya xweragiriya pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê bikem,ku bi giyan û xwîna xwe,bergiriyê li Kurdistanê diken û em li hemî cîhanê serferaz kirine. Her wesa serê rêz û hurimetê bo giyanê paqijê şehîda diçemînin,ev qehremanên sîngê xwe kiriye çeper li ber tîrorstan ûdijmin şkandin ûgiyanê xwe kirine qurbanî,daku Kurdistanî azad bimîn in,tena û serbilind bijîn ûKurdistan rizgar bibît.






Mêhvan û amadebûyên hêja..



Ez evê helkeftinê bi delîve dibînim ku careka dî bi gerimî sipasiya xelkê behdîna bi giştî bikem,bo wê serederiya bilinda mirovane ûpêşwaziya gerim û mêhvanperweriya wan bo xuşk û birayên xwe yên awareyên êzdî û mesîhî û muslman kirî,dema ku ji ber hêrşên hovaneyên tîrorstên DAIŞê neçar bûn,mal û hal ûgund û bajarên xwe bihêlin ûkoçbarê sinorê parêzgeha Duhokê bibin. Hewe derseka mirovaniyê nîşa cîhanê da ûem serferaz kirin.



Xelkê parêzgeha Duhokê bi giştî,gelek mirovane,Kurdistaniyane û camêrane,‌ dergehên mal û mizgeft û qutabxaneyên xwe,bo evan xuşk û birayên xwe vekir ûbi mêhvan perweriyeka gerim,vehewandin. Bi tinê li ser bingehê mirovatiyê,bêy ku bizanin,bipirsin û giringiyê bidene hindê ka ev çi netewe,çi dîn û ol,çi mezheb,çi regez,çi rengn ûxelkê kîve ne؟!.



Eve jî nîşandina wêneyekê zîndî ûgelekê ciwanê ewê pêkve jiyana neteweyî û olî ûewan pirensîpên mirovaneyên bilind e,yên xelkê Kurdistanê her ji dîroka kevin û heta evro jî,pê tête niyasîn.



Eve rengê resen û rasteqîne ûtabloyê rengînê xelkê Kurdistanê ye,ku evro li cîhanê bûye cihê şanaziya milletê me ûxelk û milletên cîhanê sersam kiriye ûbi hurimet ve lê dinêrin ûrêzê lê digirin.



Her wesa sipasiya parêzgeha Duhokê û eêzdar parêzgar û dam û dezgehên hikûmî û hizbî li sinorê parêzgehê dikem,ku wan jî barekê giranê daye ser milê xwe,şev û rojan kar diken,daku bişên xizimeta zêdetirî 670,000 koçber û penaberan li sinorê xwe biken. Sipasiya hemî rêkxstinên nav neteweyî û xwecihî jî dikeyin,ku harîkariyeka berdewam bo penaberan kirine.



Amadebûyên Rêzdar,

Cînosayda ku bi serê kes û karên me yên êzdî hatî,birîneka kûr û yek ji hovanetirîn tawanên dijî mirovayetiyê bû di cîhana evro da. Komkujiya êzdiyan,revandina kiç û jinan,wêrankirina mal û gund û bajêrên wan ûdehan tawanên dî yên qirêjên DAIŞê beramber wan,her wesa beramber xuşk û birayên me yên mesîhî li deşta neyinewa ûxelkê me li wan sinoran bi giştî,evane hemî ev karesat in,ku çi caran nahêne ji bîrkirin ûbirîna wan jî bi sanahî derman nabît.



Bê guman,DAIŞ dê gehîte szayê xwe ûdê gelek‌ bi giranî baca tawanên xwe det,em jî bi hemî rengan dê berdewam bîn li ser derman kirina birînên êzdiyan ûvegerandina baweriyê bo wan.



Divê rêkê da,rizgar kirina şengalê bi ferimandariya rastewxweya cenabê Serok Barizanî,ku şkandina pişta DAIŞê bû li deverê,pêngava yekem e ûavedan kirin û vegerandina jiyanê bi şêwekê baştir bo şngalê û deverên dî,dê bine pêngavên dahatî.



Eve delîvey e,careka dî ji civaka nav neteweyî bxwazîn,harîkariyeka taybet bo avedan kirina deverên ku DAIŞê wêran kirin ûvegerandina xelkê ewan deveran biken,daku baweriyê bo xelkî çêken.



Bi dîtina me,mezintirîn şkandin bo DAIŞê,vegerandina koçberan bi awayekê serferaz ûparastina wan e li paşerojê, pêkve jiyana xelkê Kurdistanê nimûneyekê zîndî ye û pêdivî ye hem bihête parastin,hem jî berbelav kirin.



Her wesa em berdewamin li ser pirosêsa rizgarkirina xuşk û birayên me yên êzdî ji destê DAIŞê ûheta noke 2,426 kes hatîne azadikirin,hewl û kar bo azad kirina hemî yên dî jî,yê berdewam e ûher evro (5) jin û (14) zarokên dî ji destê DAIŞê hatine azadikirin ûgehştine cihekê aram. Li ser asta nêvdewletî jî,gelek pêngavên baş bo nasandina karesata êzdiyan wekî cînosayd çûye pêş ûd evî warî da em dê berdewam bîn.



Herwesa li vêrê,di cihê xwe da ye ku sipasiyeka gerima hevpeymaniya nêvdewletî ya dijî DAIŞê bikin,bi taybetî jî Emerîka,ku rolekê giring bo piştevaniya Herêma Kurdistanê gêra ye ûbi rêka hêza xwe ya esmanî ûharîkariyên serbazî û efserên xwe yên ku meşq û rahênanê pêşkeşî pêşmerga diken,hevsengiya şerê dijî tîrorstan hate gorîn.



Berî gotina xwe bi dumahî bînim,divêt amajeyê bi rêkxstina nav mala Kurdistanî bikem,ku em ji aliyê xwe ve berdewam in û bi erkê xwe dizanin û me bawerî heye,rêkxstina nav mala Kurdistanê,tenha rêk e bo paşerojeka geştir bo Kurdistanê ûarimancên xelkê Kurdistanê.



Li dumahiyê,careka dî pîrozbahiya vekirina vê zankoyê dikem, hêvîdar im bibîte navendeka dî ya giring,ya pêşvebirina asta zanistî û ekadîmî li deverê û Kurdistanê,gencên me bo paşerojeka baştir û geştir,amade biket ûbibîte pireka peywendiyên zanistî digel zankoyên cîhanî ûçirayekê zanistî li deverê.



Destxweşî bo kompaniyaya ku pirojeya avakirina Zankoyê cî bi cî kiriye ûhemî tîmên têda beşdar bûne. Sipasiya wan hemûyan dikem û destxweşiyê lê dikem hîêviya serkeftinê bo wan dxwazim,bo hemî kesên ku bi rengekê beşdar bîne bo avakirina vê zankoyî.

Bi xêr bimînin,zor sipas bo hemî aliyekî.

Top