Qasim Silêmanî: Îranê giyana xwe kiriye mertalê xelkê Sunne
Li gor ajansên Îranê Qasim Silêmanî got: ‘’Dijminên me dibêjin, Îran di herêmê de dû avakirina krîzê digere. Bila herkes bizane Îran giyana xwe kiriye mertal jibo xelkê Sunne.’’
Qasim Silêmanî hikûmeta Erebistan Siûdî wek ne rewa pênase kir û got ew dewlete dû avakirina krîzan de ye.
Fermandarê hêzên Qudsê pasdaran got; ‘’Komara Îslamî Îran buye navend di nav bazina Îslamî de û mezheba Şîe de. Ji ber vê dijminên me zêde bune.’’
Basnews
