• Saturday, 21 February 2026
logo

Hejmara qurbaniyên Enqerê gehişte 37 kesan

Gulan Media March 14, 2016 Nûçe
Hejmara qurbaniyên Enqerê gehişte 37 kesan
Şevê din demjimêr 18:30an li Kizilaya paytexta Tirkiyê Enqerê li rawestgeheke nêzikê GuvenParkê bi wesayîteka bombekirî êrîşek hat kirin. Di encam de 37 kesan canê xwe ji dest da, 19ê wan bi giranî 125 kes birîndar bûn.

Ji ber teqînê bi Serokatiya Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davuotoglu û beşdariya Serekaniya Tirkiyê û Wezîran civîneka ewlekariyê hate sazkirin û heta derengê şevê berdewam kir.

Piştî civînê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala, Wezîrê Tendirûstiyê Mehmet Muezzînoglu û Wezîrê Dadê Bekir Bozdag derbarê teqînê de daxuyanî dan çapemeniyê. Efkan Ala diyar kir ko wan piştî lêkolînên xwe yên derbarê teqînê de agahiyên girîng bidestxistine.

Ala got: ``Piştî teqînê li gor lêkolînên heta niha hatine kirin gelek zanyarî hatine bidesxistin. Encamên girîng hatine ber destê me. Lê derbarê berpirsê teqînê de em dikarin niha tiştekî bibêjin lê piştî lêkolîn û lêpirsîn bi temamî bidawî bûn em dê raya giştî agahdar bikin. Ez bawerim lêpirsîn dê heta sibê bidawî were û berpirs eşkere bibe.``

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu jî piştî teqînê peyama sersaxiyê belav kir û da zanîn ku êrîş li dijî hemî Tirkiyê hatiye kirin û wiha axifî: "Piştî lêkolîn û lêpirsînên derbarê teqînê de em gihiştine agahiyên baş. Em ê berpirsê teqînê di demeke herî nêzîk de peyda bikin û têkoşîna me ya li dijî terorê dê bi biryarî berdewam be."

Li Enqereyê di nav salekî de 3 têqîn pêk hatin. Di 10ê Çiriya Pêşînê ya sala 2015an de 97 kes, 17ê Sibatê de 29 kes û 13ê Adarê de 37 kes bi giştî 152 kesan canê xwe ji dest dan, nêzikê 500 kes jî birîndar bûn. Di dîroka komara Tirkiyê de li Enqerê heta niha ti carî bûyerên wiha rûnedabûn û saleke hewqasî aloz derbas nebûbû.

K24
Top