Hevseroka HDPê: AKPê dixwaze heman destûrî 1980 pêkbîne
Di dema beşdarbûna xwe de di mîtîngekê de bi alîgirên HDPê re li Edena Yoksedag derdora seetekê derbarê hin mijarên gerim ên niha li Tirkiyê axifî.
Derbarê nivsandina destûrekî nû bo Tirkiyê, nerînek wê ya tund hebû û got: “Deselat bi ti şêweyî destûrekî demokrasî jibo Tirkiyê naxwaze.”
Herwiha got: “Sîstemê ku me pêşkêş kirye nave wî sîstemekî demokratî parlemanî ye, di wî sîstemeî de xweserî cigar dibe, wek sîstemekî modern û serdemî. Di sedsaliya 21 de em bi başî dizanin ku ça xweserî û demokratî birêve diçe, çi destûrekî ne demokratîk wate jê re namîne.”
Herwiha behsa wê yekê jî kir, sîstema ku niha AKPê pêşkêş dike, ti cudabûna wê ligel destûrê 1980 nîne, bi tenê sîstemê serokatî zêde dike, ku mebesta wan jî ji xwe bicî kirina wî sîstemî ye.
Basnews
