Li Enqerê teqîn: 34 kuştî û 125 birîndar
Li parka bi navê Guvenpark a li meydana Kizilay a bajarê Enqerê duh di saet 19:35 li gor dema Tirkiyê teqînek mezin derket.
Teqîn di dema derbasbûna otobusekê de li bulvara Ataturk û di nav otomobîlê de çêbûye.
Li gor agahiyan, di encama teqînê de gellek otomobîl şewitîne û pêlên agir û dokelê li cihê teqînê bilind dibe.
Hat zanîn, ku 2 otobusên şaredariya Enqerê û herwiha 4 otomobîlên welatiyên sivîl di encama teqînê de şêwitîne.
Herwiha li gor zanyariyan, ji ber teqînê gellek kuştî û birîndar hene.
Hejmareke zêde ya ambulns, tîmên hawarçûnê û hêzên polîs û ewlehiyê li cihê teqînê amadebûne.
Wezîrê Tenirustiyê yê Tirkiyê Mehmet Müezzinoğlu berî demekê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, di encmama teqînê de û li gor agahiyên ber dest 34 kes hatine kuştin û 125 kes jî birîndar bûne.
Mehmet Müezzinoğlu ku piştî civîna bi Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu re derkete pêşberî medyayan, herwiha got, ku rewşa 19 ji birîndaran giran e.
Pêştir Walîtiya Enqerê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku li gor agahiyan heya niha 27 kes hatine kuştin û 75 kes jî birîndar bûne.
Ji aliyekê din ve Saziya Bilind a Radyo Televizyona Tirkiyê (RTUK) weşana li ser teqîna îşev a li Enqerê qedexe kir.
Li gor wê biryarê, weşana zindî li cihê teqînê, herwiha dîmenên dema teqînê û yên piştre û nîşandana cenazeyan bi hemû awayî qedexe ye.
