Serok Barzanî li gel Konsulusê Rûsyayê yê li Bexdayê civiya
Îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulusê Rûsyayê yê li Bexdayê Ilya Morgunov kir.
Di civînê de Morgunov bi awayekî giştî behsa siyaseta welatê xwe ya li Rojhilata Navîn, Sûriya û Îraqê bo Serok kir û eşkere kir ku mebest ji vê serdana han tekez kirin li ser hevsoziya Rûsyayê bo berdewam kirina têkiliyên navbera Rûsya û Kurdistanê ye û herwiha amade bûna Rûsyayê jî diyar kir bo hevkarî kirina hêzên pêşmerge di warê leşkerî de di şerê dijî terorîstên DIŞIê de.
Morgunov herwiha bi minasebeta bîranînên meha Adarê weke Newroz û jidayik bûna Barzaniyê Nemir pêşkêşî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir û bi rêzdarî behsa rola Serok Barzanî di fermandarî kirina şerê dijî terorîstên DIŞIê de kir û rêzdariya xwe jî ya li hember qurbanîdanên hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de diyar kir.
Li hember de jî Serok Barzanî hevdem li gel balkêşandine ser têkiliyên dîrokî yên di navbera her du gelên Kurdistan û Rûsyayê de, spasiya hevkariyên Rûsyayê jî kir.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa qirîzên deverê û şerê dijî terorîstan kir û derbarê Sûriyayê de jî Serok Barzanî got: Hewlesta Kurdistanê li ehmber aliyên Sûriya û hikûmeta Sûriyayê hewlesteke jiber doza reva ya gelê Kurd û qebûl kirin û nasandina mafên reva yên gelê Kurde.
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa prosesa siyasiya Îraqê û pêşeroja Îraq û azad kirima Mûsilê jî hate kirin.
Her di civîna han de şandeke rayedarên kompaniya gazprom a Rûsî jî amade bû û behsa kar û çalakiyên xwe li Kurdistanê de bo Serok Barzanî kir.
