Demirtaş: Pêwîstiyeke mezin ji pêvajoya çareseriyê re heye
Demirtaş got: “Erdogan qebûl dike ku pêdivî bi pêvajoya çareseriyê re heye. Pêşî proses sekinand piştre jî ji binîve betal kir. Li gorî vê yekê ev daxuyaniyanî tê wê wateyê ku ew ê vê meseleyê çareser neke. Dema ev mesele hatibû sekinandin gelek mirov mirin. Ger ji binîve deste xwe ji vê meselyê vekişînin naxwe wê komkujî pêk werin. Ez bi vî awayî fêm dikim vê daxuyaniyê.”
Herwiha Demirtaş domand: “Proseya çareseriyê ya demokratîk yek ji xala herî giring û bingehîn e ku pêdiviya gel pê heye. Proseya çareseriyê ji bo me ne daxwazeke keyfî ye, hewcedarî û pêdiviyeke bingehîn e. Bi wan re an ne bi wan re wê her car proseya çareseriyê di rojeva me de be.”
K24
