Li Geverê 2 kesan jiyana xwe ji dest da
Li gorî agahiyên ji navçeya Gevera Colemergê hatine bi dest xistin li Taxa Cunhuriyetê ya Gever’ê hêzên ewlekariyê 2 civan hatin kuştine.
Aloziya li navçeyên Bakûrê Kurdistanê berdewam dibe. Piştî navçeya Farqîna Amedê li navçeya Gevera Colemêrgê jî agahiyên pevçûnan hatin. Hêzên ewlehiyê yên teybet îro li sere sibê operasyonek li dijî barîkatên Taxa Cunhuriyetê kirin û di operesyonê de 2 kes hatin kuştin.
Li gor zanyariyên hatine wergirtin polîsên taybet bi çekên giran ketine nava taxê û işer û pêvçûnan 2 saetan li taxê berdevam kir.
Her wiha di encama operasyonê de ciwanên bi navê Çetin Dara (20) û Doğan Doğma (18) bi garanî birîndar bûn ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin û ciwanan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.
Basnews
